Karsazê amedî û ji rêveberên HDP’ê yên berê Kamîl Acar ku ji Rihayê dihat Amedê, erebaya wî li nêzî Qereqola Pîrînçlîk a Amedê bi awayekî terkkirî hate dîtin. HDP’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bang li rayedarên dewletê kir ku der barê Acar de demildest agahî bidin.
Wesayîta karsazê ji Amedê Kamîl Acar ku di heman demê de endamê HDP’ê ye, di navbera navçeya Siwêreg û gundê Pîrînçlîk ê Amedê de bi awayekî terkkirî hate dîtin. Li gorî agahiyan, ji duh êvarê heta niha ji Acar tu agahî nayên girtin. Hat zanîn ku Acar du roj berê çûbû Nevşehîrê û duh jî ji wir zivirîbû. Wesayît li nêzî Qereqola Pîrînçlîkê ya Amedê hat dîtin.
Di dîmenên kamerayê de tê xuyakirin ku wesayîta Acar duh saet li derdora 20.00’an ji navenda Siwêregê derdikeve û ber bi Amedê ve hatiye. Rêwî û ajokarên wesayîtan ên di heman saetê de ji Siwêregê ber bi Amedê ve dihatin, ji malbata Acar re ragihandin ku wesayîta wî ji aliyê kesên çekdar ve di navbera Qereqola Pîrînçlîk û Siwêregê de hatiye rawestandin.
Bi kiryarên ‘kiryar ne diyar’ tê zanîn
Tê diyarkirin ku di rojên dawîn de li herêmê lêgerîn û lêpirsîna GBT’ê bi awayekî kêfî tê kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Qereqola Leşkerî ya Pîrînçlîkê ku di têketina Amedê de ye, bi pêkanînên xwe yen ‘kiryar ne diyar’ ên salên 90’î tê naskirin.
HDP’ê daxuyanî da
Der barê mijarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya HDP’ê ya têkildarî Acar wiha ye: “Endamê me û rêveberê me yê berê yê partiyê Kamîl Acar, duh êvarê dema ku ji Rihayê dihat Amedê, li gorî şahidên bûyerê ji aliyê polîsan ve di wesayîta xwe de hatiye binçavkirin. Ji duh ve em agahiyan ji Acar nastînin û wesayîta wî 2 kîlometreyan li nêzî Qereqola Pîrînçlîkê hatiye dîtin. Dozger û hêzên ewlehiyê yên ku hatine cihê bûyerê, bê hesasiyet nêzî bûyerê bûne û bi tenê du leşkeran zabitname dagirtine. Em bang li rayedaran dikin ku bila rewşa Kamîl Acar zelal bikin. Em ji rayedaran dixwazin ku têkildarî Acar agahiyan bidin û aqûbeta wî zelal bikin.”

