Endamê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Dr. Mihemed Sabîr, xwe ji bo kursiyê Serokomariya Iraqê dike namzed û dibêje: “Eger ev kursî bibe para YNKê, şansê min ê wergirtinê heye, lewre hemû mercên min pêk tên.”
Dr. Mihemed Sabîr ji Rûdaw re ragihand: “Min di nav YNKê de xwe ji bo kursiyê Serokomariya Iraqê kiriye namzed, eger ew kursî bibe yê YNKê, şansê min ê wergirtinê heye, çimku hemû mercên min pêk tê.”
Endamê Encûmena Navendî ya YNKê Dr. Mihemed Sabîr herwiha diyar kir ku Encûmena Navendî bi nivîseke ji Cîgirê Sekreterê Giştî û Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê re, piştevaniya xwe ji bo wergirtina kursiyê serokomariyê nîşan daye û got: “Eger di encama gotûbêjan de ew kursî bibe para YNKê, gotina dawî dê serkirdetiya YNKê bike, ez xwe weke hêjayî kursiyê serokomariyê dibînim.”
Mihemed Sabîr di sala 1947an de jidayîk bûye. Di sala 1976an de bi YNKê re ketiye têkiliyê. Di warê fîzîka atomî de doktoraya wî heye, di karê siyasetê de çendîn postên ciyawaz wergirtine. Endamê Encûmena Navendî ya YNKê ye û hevjîna wî keça Îbrahîm Ehmed e û birayê parlementer Îzet Sabîr e ku li ser facebookê, Mihemed Sabîr weke namzedê fermî yê YNKê bo kursiyê

