Heyeta Kongreya Star ku serdana başûrê Kurdistanê dike, ger û serdanên xwe bi rêxistin û saziyên jinan re berdewam dike. Heyetê serdana Navenda Eniya Gel a Demokratîk a li bajarê Silêmaniyê kir û bi hevseroka wê Şêrîn Murad re civiya.
Di serdanê de heyetê behsa serkeftinên jinên Rojava û bakurê Sûriyeyê kirin, nemaze avakirina sîstemeke rêveberiya hevbeş û beşdarkirina jinan di hemû aliyên jiyanê de.
Heyetê her wiha behsa destdirêjiyên artêşa tirk a dagirker der heqê welatiyên Efrînê de kir. Her wiha dan zanîn ku dewleta tirk malbatên komên çete yên girêdayî wê li seranserî Efrînê bi cih dike û siyaseta xwe ya guhertina demografîk li Efrînê berdewam dike.
Heyetê diyar kir ku pêwîst e rêxistinên jinan ên Kurdistanê û cîhanê bi rol û erka xwe li hemberî jinên Efrînê rabin û rê li pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigirin.
Li aliyê din hevseroka Eniya Gel a Demokratîk serbilindiya xwe bi serkeftinên jinên kurd ên Rojava û bakurê Sûriyeyê anî ziman û diyar kir ku pêwîst e alîkariya projeya jinên Rojava were kirin û pêwîst e jinên Rojava jî tecrûbeyên xwe yên têkoşînê bi hemû jinên cîhanê re parve bikin.

