Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi sedema sûcê tehrîkê pêkaniye û gel tewşîqî dijmanihî û kîndariyê dike giliyê Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu kir.
Di daxwaznameya HDPê de hat eşkerekirin ku Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu wezîfeya xwe dijî armanca wê bikartîne: “Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu bo cihê xwe biparêze, li Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan digere û bi gotinên ‘êdî ti şensê we yê jiyanê nemaye’ gefan li Buldan û endamên HDPê duxwe. Ji aliyê din ve bajarê Agiriyê jî bi bûyerên Sûr, Cizîr û Nisêbînê ve tawanbar dike û bi berpirsê kuştina kesekî ve sûcdar dike. Gotinên soylu li gor madeyên Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê gel teşwîqî dijminahiyê û kîndariyê dike ku ev sûc e.”
‘KEVIR LI SER KEVIRAN NAHÊLIM’
Soylu piştî kesê bi navê Mevlit Bengi li Agiriyê, bi îdiaya medyaya nêzî hikumetê ku PKKê kuştiye bi telefonê li Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan digere û dibêje ‘CHP jî dê nikaribe we xellas bike, li wî gundî kevir li ser keviran nahêlim.’ Piştî vê axaftinê Buldan daxuyandibû ku gefxwarinên Soylu nayên qebûlkirin.

