Piştî zelalbûna encamên nefermî yên hilbijartina 24ê Hezîranê Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli li Enqereyê li Navenda Giştî ya HDPê encamên demkî nirxandin.
Hevseroka HDPê Pervin Buldan di axaftina xwe ya nirxandina encamên hilbijartinê de got: “Encamên hilbijartinê derxiwst holê ku bêyî HDPê li Tirkiyeyê wê demokrasî nebe. Derheqê encaman de hê jî gumanên me hene. Heta encamên fermî neyên eşkerekirin divê îtîbar bi encaman neyê dayîn.”
Pervin Buldan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Digel hemû astengî û neqanûniyan jî namzedê HDPê Selahattin Demirtaş di hilbijartinên serokomariyê de sêyemîn derket. Piştî van encaman divê Demirtaş serbest were berdan. Em ê bi lijneyên rêvebir ên partiyê re civînê xwe li dar bixin û ji bo xebata pêşerojê binirxînin.”
Sezai Temelli jî di axaftina xwe de got: “Di dema kampanyeya hilbijartinê de gelek caran rêvebir û hevalên me rastî êrişan hatin, lê digel her tiştî em ê li gor baweriya xwe ya bi demokrasiyê xebatên xwe bidomînin. Em ê îradeya berbijêran biparêzin. Hetanî ev pêvajo bi dawî bibe em ê notirvaniya xwe ya demokrasiyê bidomînin. Heta encamên dawî werin eşkerekirin em şopa xwe ya dengan bişopînin.”

