li Amedê gundê Pasûrê Totana, cerdevanan rêya gund girtin û peywirdarên HDP’yî yên sindoqan asteng kirin da ku bikevin gund.
Gundê Totana (Koçkar), gundê serokê AKP yê navçeya Pasûrê ye. Têketina gund ji aliyê cerdevanan ve hatiye astengkirin û cerdevan li peywirdarên HDP’yî heqaret kirin, nehiştin bikevine gund.
Li ser vê bûyerê, rayedarên HDP’yi vê rewşê ragihandin Lijneya Bilind a Hilbijartinê û Fermandariya Leşkerên Navçeyê.

