Namzetê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş, derbarê hilbijartinên 24’ê hezîranê de bi rêya parêzerên xwe peyamek da û diyar kir ku tu namzetek bi serê xwe nikare ji sedî 50 bi dest bixe û mifteya serkeftina hilbijartinan di destê Kurdan de ye.
Demirtaş, derbarê hewldanên îtifaqa 5 partiyên Kurdistanî û HDP’ê de jî nêrînên xwe vegot û ev peyam da: “Hemû partiyên me divê di vî warî de fedekariyeke zêde nîşan bidin. HDP jî ji bo yekitiyê pêwist e bi fedekarî û wêrekî tevbigere.”
Hevserokê berê yê HDP’ê û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş, ji Zindana Tîpa F ya Edirneyê, bi riya parêzeran daxuyaniyek ragihand.
“Encamên vê hilbijartinê dê dîrokî bin. Lê li gorî hilbijartinên berê, ev hilbijartin ewê zêdetir di nava bêedaletiyê de pêk bê. Di rewşeke zext û zordariyê de ewê pêk bê.
Tu namzetek bi serê xwe nikare ji sedî 50 deng bi dest bixe. Heta îro tim Kurdan înkar dikirin. Lê tu namzetek heta ku piştgiriya Kurdan nestîne, nikare van dengên pêwîst bi dest bixe. Ji ber vê yekê mifteya serkeftina van hilbijartinan di destê kurdan de ye.
HDP hê jî li sînorê bendê xuya dike. Lê em dizanin ku piştgiriya gel her ku diçe zêdetir dibe. HDP muheqeq dê ji bendê bibore.
Ji ber pêknehatina yekîtiya partiyên Kurdan bi rastî jî ez pir xemgîn bûm. HDP diviya muheqeq vê yekitiyê pêk bîne. Lê divê em dev ji vê xebatê bernedin. Yekitiya kurdan ne tenê ji bo hilbijartinan, ji bo azadiya gelê me û mafên wê jî pêdiviyeke mezin e û zarûrî ye. Hemû partiyên me jî pêwist e di vê mijarê de fedekariyeke zêdetir bikin. HDP jî ji bo vê yekitiyê pêwist e zêdetir fedekarî bike û bi wêrekî tevbigere. Di adara 2019’an de dê hilbijartinên şaredariyan pêk bên. Heta wê demê divê muheqeq ev yekitî û tifaq pêk hatibe. Pêwist e nûnertiya her partî û firaksiyoneke kurdan jî li wir hebe.
Di demên bihurî de, ji ber nebûna diyalogê, bi rêveberiya HUDA-PAR’ê re pirsgirêk çêbûn. Gelê kurd dixwaze bi êş û azarên xwe yên berê re, bi xeletiyên berê re rû bi rû be û aştiyeke navxweyî pêk bê. Daxwaza gel ev e. Min berê jî gotibû; Kurd 100 sal in ku bi zordest û zilimkarên xwe re riya diyalog, aştî, muzakere û çareseriyê digere, lê di nava xwe de ne xwedî van hesasiyetan e. Pêwist e Kurd di nava xwe de jî hesas bin. Divê siyaset ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê me bê kirin ne ku ji bo kûrkirina pirsgirêkan bê kirin.
AKP demeke dirêj e ji bo ku Kurdan li hemberî hev sor bike, Kurdan berde hev, şerekî psîkolojîk dimeşîne û provakasyonan dike. Divê em hemû van dek û dolaban bibînin û van dafikan pûç bikin. Pêwist e kes guh nede wan kesên ku alîgirên HUDA-PAR’ê weke “neyar” dibînin. Pêwist e kes guh nede wan kesên ku dixwazin HDP’ê û HUDA-PAR’ê bînin hemberî hev. Bîrdoz û fikrên me weke hev nebin jî, pêwist e em hemû nirxên Kurdistanê li hev bînin û ji bo lihevanîna wan jî tim di nava hewldanan de bin.
Ez dixwazim herkes berî her tiştî ji hev hez bikin û li hemberî hev bi hurmet bin. Mirov di hilbijartinê de bi ser bikeve girîng e lê dilxweşkirin jê girîngtir e jî. Dema min ev pêşniyar jî ji xwe ji bo vê yekê kiribû. Helbet di xebatên hilbijartinê de pêwist e xebatên meşrû û ehlaqî bêne kirin lê pêwist e di vê xebatê de dilê tu kesî neyê hiştin.
Mixabin heta niha jî ez negihiştime wê asta tirkiya xwe. Lê ez di vî warî de ji dil im û bi biryar im. Li ser dixebitim. Ya rastî ez zaza me. Beriya ku ez zazakiya xwe bi pêş bixim, ez hinek kurmancî hîn bûm. Ew jî ji neçariyê çêbû. Yanî bi vî awayî ez du caran hatim asîmîlekirin…(Dikene…)

