CHP, teklîfa parlamenteriyê li hevserê Tahîr Elîçî, Turkan Elçî kir.
Tahîr Elçî, dema Serokê Baroya Amedê bû li Amedê, di dema daxuyaniya çapemeniyê de hatibû kuştin û ta niha di derheqê bûyera kuştina wî de zelalbûnek pêknehatiye.
Turkan Elçî da xuyandin ku teklîfê nepejirandiye û ew siyasete nafikire.
Li ser pirsiyana bikarhênerek twîtter’ê “Turkan Xanim hûn endamê parlamenteriyê ne?’ Turkan Elçî, ji bo diyarkirina rewşê daxuyaniyek da.

Turkan Elçî ji bo pirsa jê hate kirin bibersivîne, “Madem we miraq kir, ez ne endam im. Tenê ji CHP’yê teklif ji min re hat. Ji ber ku ez niha siyasete nafikirim min teklîfê nepejirand. Ez ji mixalefetê re serkeftinê dixwazim” got.

