Leşkerên Fransizî, li Rojhilatê Derezzorê, li bakurê gundê Bagûzê ku di tixûbê Iraqê de ye, şeş Bateryayên Topavêj saz kir.
Di derheqê vê yekê de şêniyek herêmê yê bi navê Hemo, agahî da ÎZNEWS’ê got ku: Leşkerên Fransizî, bi bateryayên ku saz kirine, tetbîqatan pêktînin.
Şêniyên heremê yên din jî gotinên Hemo piştrast kirin.
Di operasyonên qadê de, leşkerên Fransizî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (SDG) re hîn bêhtir xebatan dimeşînin û di demên dawîn de hêzên xwe yên li Menbîçê, Hesekê, Til Abyadê û Reqqayê zêde kirine.
Li gor agahiya Wezareta Parastina Fransayê hatibû ragihandin, Hêzên Taybet ên Fransayê (COS) li Bakurê Sûriyeyê peywir pêktînin.
Hêzên Fransa, her çiqas li gor qeydên fermî li Iraqê heşidî xuyan bikin jî, her tim di deriyê Sêmêlê de derbasî Bakurê Sûriyeyê dibin.
Yekîneyên Taybet ên Fransa, li Sûriyeyê di operasyonên li hember DAIŞ’ê de desteka bejayê jî dide.
Bi xeyrî personelên Fransizî yên hêzên taybet ên 2 salin li qadê peywir pêktînin, bi Fermandariya Hêzên Bejayî yên vî welatî ve girêdayî 1. Alaya Paraşûtbazê Alaya Behrî ya Piyade (1er RPIMa) û girêdayî Fermandariya Hêzên Ezmanî, yekîneyên 10. Paraşûtbazê Komando (CPA 10) li Sûriyeyê peywir pêktînin.