Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li mîtînga Kocaeliyê axivî. Temellî bal kişand ser hovîtiya li Pirsûsê û diyar kir ku li gel ku her tişt li holê ye û hemû gelên Pirsûsê şahidê bûyerê ne lê serokwezîr û wezîr derewan dikin.
Temellî diyar kir ku di 24’ê hezîranê de dê gelek tişt biguherin û wiha got: “Dixwazin HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Lê em ê wê bendê hilweşînin, dema ku ew bend hilweşe dê kêşeya Erdogan jî çareser bibe.
Temellî da zanîn ku di hilbijartinan de tenê du dengên Erdogan garantî ne, yek ya wî û ya din jî Dewlet Bahçelî ye.
Her wiha Temellî anî ziman ku dengdayîna li derveyî welat didome û bi saya wan dengan dê li Kocaelî, Manîsa, Aydin û Antalyayê wekîlan bişînin meclisê

