Hevserokê HDPê Sezai Temelli li ser gotinên wezîrê tirk Suleyman Soylu ku di televizyona dewletê de li ser gotina namzedê HDPê yê serokomariyê Demirtaş ku gotibû ‘bi qasî dengekî canê wan heye’ axivî bû û gotibû ku ‘gefa kuştinê li me dixwe’ daxuyaniyek weşand. Temelli “Divêe ev giş werin tedawîkirin. Em dê nexweşxaneyekê taybet bo wan ava bikin.”
Namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ê ê ku ji Cotmeha 2016an ve li Edîrneyê girtî ye, roja yekşemê di axaftina xwe ya TRTê de ji bo AKPê gotibû ku ‘bi qasî dengekî canê wan heye’ Soylu di bernameyeke televizyonî de îdia kiribû ku ev daxuyaniya Demirtaş ‘gefa kuştinê’ ye.
Hevserokê HDPê Sezai Temelli li navçeya Kepezê ya Antalyayê bersiv da vê gotina Suleyman Soylu:
“Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu diyar dabu xuyakirin ku wî jî li axatina Selahattin Demirtaş a li ser ekranên TRTê temaşe kiriye. Em kêfxweş bûn, lewra temaşe kiribûya dê baş bibûya. Dibêje min ‘ji aliyê ruhî ve min Demirtaş baş nedît.’ Ji bo ku ti ji halê wî yê ruhî fam bike divê rihê te hebe. Ji bo gotina namzedê Demirtaş a ku gotibû ‘bi qasî dengekî canê wan heye’ gelek aciz bûye. Di 24ê Hezîranê de ev yek dê pêk bê. Dibêje ‘gefa kuştinê li me dixwin’. Pêwist e ev giş werin tedawîkirin. Em dê nexweşxaneyekê taybet bo wan ava bikin. Em dê hemû deverên wî MR bikin. Gefa çi halê çi. Ji bo dengdanê em mirovan vedixwînin. Bi edeb biçin. Ji bo ku neçin hemû gefan dixwîn.”
‘EM DÊ DI TÛTRA DUYEMÎN DE PIŞTGIRIYÊ BIDIN NAMZEDÊ DIJBERIYÊ’
Herwiha Temelli diyar kir ku 24ê Hezîranê dê hêzên demokrasiyê li parlementoyê piraniyê bi dest bixin. “Dê hêzên demokrasiyê di tûra duyemîn de bi serkevin. Li Tirkiyê aliyên ku aştî û demokrasî dixwazin; aliyên ku dibêjin ‘bila dawî li rejîma yekmirovî were’ hatine ba hev. Em dê bendê derbas bikin û hunê jî biçin. Li palementoyê em dê piraniyê bidest bixin. Di tûra duyemîn de jî em dê piştgiriya namzedê dijberiyê bikin. Di tûra duyemîn de her kes dê piştgiriya namzedê xwe bike lê di tûra duyemîn de kî bimîne em dê piştgiriya wî bikin: Demirtaş be Demirtaş, Ince bimîne Ince.”

