Şandeyeke Bilind a Amerîkayê dibin serokatiya Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê li Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê Brett McGurk de li navçeya Selehedîn a Hewlêrê bi serokê PDK’ê Barzanî re civiya.
Şandeyeke Amerîka ku ji Sefîrê Amerîka yê Iraqê Douglas Silliman û Sefîrê Hewlêrê Steven Fagin pêk tê, dibin Serokatiya Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê li Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê de li navçeya Selehedîn a ser bi Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.
Di hevdîtina ku duh pêk hatiye de tê gotin ku bûyer û pêşketinên dawî yên li qada Sûriye, Iraqê û şerê li dijî DAIŞ’ê hatiye gotûbêjkirin.
Her wiha şandeyê behsa proseya hikûmeta nû ya Iraqê jî kirine.

