Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de, biryar da ku hemû dengên hilbijartina 12’ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê bi destan werin hejmartan û karên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê jî rawestand.
Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de projeya yasayî ya hilbijartinê erê kir. Di civînê de biryar hate girtin ku hemû dengên hilbijartina 12’ê Gulanê ku dihate gotin ku sextekarî hatiye kirin, bi destan werin hejmartin.
Herwiha di civînê de biryara rawestandina karên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê jî hate dayîn. Wê li şûna komîsyonê hejmarek dadwer kar bikin û serokatiya wê ji aliyê wan ve were rêvebirin. Wê berpirsyartiya hejmartina bi destan bigirin li ser milê xwe.
Ji berî niha Parlamentoya Iraqê biryar dabû ku ji sedan 10’ê dengan bi destan werin hejmartin. Lê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ev yek rexne kir û ragihand ku wê tenê ji sedan 5’ê dengan bi destî bihejmêrin. Ji ber wê yekê vê êvarê Parlamentoyê biryar da ku deng ji sedan sed bi destan werin hejmartin.
Herwiha Parlamentoya Iraqê encamên dengên taybet ên li Herêma Kurdistanê red kir.
Parlamantoya Iraqê wê roja Şemiyê dîsan bicive.

