Îznews / Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku hîn misyona Rûsyayê li Sûriyeyê bidawî nebûye û heta rêveberiya Şamê daxwaz bike û pêdiviya gelê sûrî bi wan hebe, ew dê hebûna xwe ya leşkerî bidomînin.
Lavrov ji rojnameya Clarin a Arjantînê re axivî û da zanîn ku ew ji bo aramî, îstiqrar û têkoşîna dijî terorê li ser daxwaza rêveberiya Sûriyeyê ji sala 2015an ve bi awayê leşkerî li Sûriyeyê ne.
Lavrov wiha pê de çû: “Gelek peywir bi awayê serkeftî hatin encamdan û gihîştin armancên xwe. Welatê me di têkbirina siyasî û leşkerî ya DAIŞê de roleke girîng leyîst. Piştre di dawiya 2017an de beşeke mezin a leşkerên rûsî ji Sûriyê hatin derxistin. Lê belê hîn misyona Rûsyayê ya li Sûriyê bidawî nebûye.”
Lavrov destnîşan kir ku heta ku daxwaz ji rêveberiya rewa ya Sûriyeyê hebe pêdiviya gel jî pê hebe ew dê hebûna xwe ya li Sûriyeyê berdewam bikin.

