Koreya Bakur, tesîsek mezin ya nukleerî ya li bakurêrojava, dest bi betalkirinê kir.
Koma 38 Nort a çavdêriyê ku navenda wê li DYA’ye, dîtbariyên peykê yên di derheqê rawestgeha Sohae de, dane xuyakirin ku Koreya Bakur, li gor sozê ku di meha pûşperê de daye DYA’yê tevgeriyaye.
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, lîderê Koreya Bakur di 12’yê pûşperê de di civîna li Sîngapûrê de soz dabû ku ewê tesîsek ceribandinê îmha bikin, lê belê nedabû diyarkirin ku ewê kîjan tesîs be.
Dide xuyakirin ku Pyongyang Sohae, tesîsek pekandina moşekan e.
Lê belê DYA, bi şik e ku ev tesîs ji bo ceribandina moşekên balistik tê bikaranîn.
Trûmp û Kîm, ji bo nîvgirava Koreyê bi temamî ji çekên nukleerî bên pakirin li hev kiribûn.
Di hevpeymanê de, hûrgiliyên di derheqê çekên nukleerî yên Pyongyangê kengê û bi çi cureyî bêne îmhakirin hatibûn diyarkirin.
Li ser mijara Koreya Bakur sozên xwe aniye cih an neaniye cih gelek nîqaş derketibûn holê.
Trûmp: Koreya Bakur ev 9 meh e hîç ceribandinên nukleerî nekiriye
Li gor nûçeya BBC’yê: Trûmp, di daxuyaniya xwe ya doh de diyar kiriye ku ew di pêşveçûnên pêwendiyên xwe yên bi Koreya Bakur de “pir bextewer” in û gotiye ku Pyongyang ev neh meh in hîç moşek nepekandine û ceribandinên nukleerî çênekirine.
Koreya Bakur di rezbira sala çûyî de şeş ceribandinên nukleerî çêkiribû.

