Jinên ji deverên cuda yên cîhanê di bin sîwana paradîgmaya civaka nû de li hev dicivin û xwe bi rêxistin dikin. Ji bo ev rêxistinbûn bê mezinkirin dê 6 – 7’ê cotmehê li bajarê Frankfûrtê ya Almanyayê Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî were lidarxistin.
Çend ji mijarên ku dê di konferansê de werin nirxandin:
- Em çawa dikarin sedsala 21’ê bikin sedsala jinan?
- Li dijî neheqiya dahateyê tê kirin, li hemberî êrîşên zayendîparêz û faşîst, em çawa dikarin xwe biparêzin?
- Em çawa dikarin bi hev re pirsgirêkan binirxînin, biryarên hevpar bidin û bixin meriyetê? Em çawa dikarin bi hev re bi pêş ve biçin?

