Îtalya, digel hêzên DYA û Fransayê, ji bo ji YPG’yê re bibe destek û alîkarî bidê, leşker şandin Deyr ez Zor’a Sûriyeyê ya nêzî tixûbê Iraqê.
Li gor çavkaniyên heremî, li dor heftiyek berê, leşkerên Îtalyayê, li ser Iraqê derbasî bakurê Sûriyeyê cihê ku di kontrola YPG’yê de ye, bûne.
Wek parçayek opozîsyona navneteweyî ya dijberê DAIŞ’ê leşkerên Îtalyayê, pêşî derbasî Hesekê bûne, dûvre derbasî Deyr ez Zorê bûne. Leşker, di baregeha DYA ya li Deyr ez Zorê ya Omer Petrolê de bicih bûne.
Ewê raste rast tevlî şer nebin
Hêzên Îtalya yên bi temamî hejmara wan nayê zanîn, di operasyonên li hember DAIŞ’ê de destek dide leşkeerên DYA û Fransayê.
Hate zanîn ku leşkerên Îtalya ewê taste rast tevlî pevçûnan nebin.
Bakurê Deyr ez Zor di kontrola HSD’yê de ye
DAIŞ, di tixûbê Iraqê de, di navbeyna bajarên Hesekê û Deyr ez Zorê de, di nav du heremên dor li wan hatiye girtin û ji hev cuda li du hereman hebûna xwe berdewam dike.
YPG, di serê gulanê de, bi desteka DYA û Fransayê, li hember unsûrên DAIŞ’ê yên vê deverê operasyon dabû destpêkirin.
Asta destpêka operasyona Deyr ez Zorê, di meha rezbira çûyî de destpêkiribû. Bi vî awayî, bakurê navenda bajêr, ketibû bin kontrola HSD’ya ku YPG jî di nav de ye.

