Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Rihayê derbarê bûyera navçeya Sirûcê ku 4 welatî hatibûnê kuştin û 8 kes jî hatibûne birîndar kirin, raportek belav kir û diyar kir ku delîl hatine tinekirin.
Di raporta ÎHDê de, ku duhî roja Çarşemê hatiye belavkirin, Serokê ÎHDê yê Ruhayê Halil Yeldiz ragihand ku di wê bûyerê de 4 welatî bi çekên giran û bi çekên lûledirêj hatine kuştin, û paşê li nexweşxaneyê jî bûyer berdewam bûye û çek û amûrên birrînê hatine bikaranîn.
‘BELGE HATINE TINEKIRIN: KAMERA HATINE ŞIKANDIN, XWÎNA LI CIHÊ BÛYERÊ HATIYE ŞÛŞTIN Û DÎWARÊN NEXWEŞXANEYÊ HATINE BOYAXKIRIN’
Halil Yeldiz herwiha dibêje, di bûyera Sirûcê de dadwer jî bi durustî lêkolîn nekiriye û nexuya ye jî ku lêkolîneke rast bê kirin.
Serokê ÎHDê li Ruhayê got, ji bo ku belgeyan tine bikin, destpêkê kamereyên çavdêriya nexweşxaneyê hatine şikandin, û xwîna li ji cihê bûyerê hatiye şûştin û dîwarên nexweşxaneyê hatine boyaxkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 14ê mehê di dema bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê de li bazareke Sirûcê ya ser bi bajarê Ruhayê ve, di navbera namzedekî AKPê û d;kandarekî de şer derketibû, û bi wê sedemê 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 8 kesên din jî birîndar bibûn.

