Endama Platforma Têkoşîna ji bo jinên hatine desteserkirin Gulcîhan Şîmşek diyar kir ku hîn aqûbeta 3 hezar jinên êzidî ku hatine revandin, ne diyar e.
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve bi zor hatibûn desteserkirin, Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên hatine Desteserkirin hat avakirin. Platfromê li Şengal û bakurê Sûriyeyê serdan pêk anîn û der barê jinên destê DAIŞ’ê de agahî kom kirin. Hinek jin û zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn girtin û rastî îstîsmara zayendî hatibûn, ji başurê Kurdistanê anîn Amedê û li navendên rehabîlîtasyonê piştgirî danê.
Platforma ji roja hatiye avakirin îmze avêt xebatên girîng û di 2016’an de ji bo 3’yê Tebaxê bibe ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan’ bang kir, di vê esasê de xebatên xwe meşand.
‘Cihê 3 hezar jinî nayê zanîn’
Endama Platformê Gulcîhan Şîmşek der barê xebatan de agahî da û diyar kir ku tiştên di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê hatine jiyîn qirkirina jinan bûye û di êrîşê de bi hezaran jin û zarok hatine qetilkirin, bi hezaran jî hatine revandin û wiha got: “Jinên bi zor hatine girtin, li bazaran wek kole hatine firotin. Hîn bi hezaran jin di destên DAIŞ’ê de ne.”
Civaka êzidî tenê nahêlin
Şîmşek bal kişand ser rewşa jin û zarokên li kampên Tirkiyeyê hatine bicihkirin û got hîn jî cihê 3 hezar jinî nayê zanîn. Şîmşek di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku komkujiya hatiye jiyîn ji dewletan ne serbixwe ye û hîna jî êrîş berdewam dikin û wiha domand: “Em li dijî van êrîşan li cem gelê êzidî ne. Em van êrîşan qebûl nakin. Divê em ji vê hovîtiyê re bêjin bes e.”
Her wiha Şîmşek da zanîn ku bi nêzbûna salvegera 3’yê Tebaxê dê semîner û panalên wan hebin û wiha bi dawî kir: “Di 3’yê Tebaxê de saet di 11.00’an de bi awayekî hevdem em ê daxuyaniyê bidin û deqeyekê sekna bêdeng bikin û kurdeleyên reş girêdin.”

