Ji bo ku kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi lez û bandor bê birêvebirin, di hefteya 143’yemîn de li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de bang li hikûmetê hat kirin ku sozên xwe yên ji bo dîtin û darizandina kujerên Elçî pêk bînin. Çalakvanan da zanîn ku heta ku kujerên Elçî tên dîtin dê lêgerîna xwe ya heqîqetê bidomînin.
Baroya Amedê ji bo ku kiryarên serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê ku di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a Sûrê hat qetilkirin bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi lez û bandor bê birêvebirin, di hefteya 143’yemîn de li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist.
Di çalakiyê de parêzeran pankarta ‘Em te ji bîr nakin’ vekir û daxuyanî xwend. Daxuyanî ji hêla serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de Ozmen anî ziman ku Tahîr Elçî ji destpêka karê xwe heta dawiyê ji bo edalet, mafên mirovan û aştiyê têkoşiyaye û wih domand: “Ne tenê weke heval û hempîşeyên wî em, hemû civaka Tirkiyeyê deyndarê Tahîr Elçî ne. Ji ber vê yekê jî me gelek caran bang li civakên Tirkiyeyê kir ku ji bo dîtina kujerên Elçî, bila zexta siyasî û civakî li ser desthilatdariyê bê kirin.”
Sozên hikûmetê bi bîr xistin
Di berdewamê de jî Ozmen diyar kir ku weke Baroya Amedê dê dev ji doza cînayeta Elçî bernedin û wiha pê de çû: “Heta ku kujerên Tahîr Elçî û derdorên tarî yên ku piştgiriyê didin wan tên darizandin û hesabê bidin dê têkoşîna me bidome. Êrîşa li dijî Elçî di tu wijdan, edalet, hiqûq û mafên mirovan de nayê qebûlkirin. Em dixwazin bibêjin ku ev êrîş, êrîşeke li dijî yekitî, aştî û biratiya Tirkiyeyê ku Elçî jî diparast bû. Em li vir careke din bang li hikûmeta ku gelek caran li vir soza dîtina kujerê Tahîr Elçî û darizandina wî da dikin. Erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin û sozên xwe bi cih bînin. Em dixwazin ku kujerên Elçî radestî dadgehê bê kirin.”
Piştî daxuyaniyê jî çalakvanan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan kir û çalakî bi dawî bû.

