Li gor nûçeyên di çapemeniya heremî ya Romanya de hatine weşandin, Serokomarê Romanya Klaûs Iohannîs, di dawiya civîna NATO’yê ya ku li Brukselê pêkhatibû de, daye xuyakirin ku ew pejirandiye li welatê xwe ji bo navenda fermandariya hevkariyê avahiyek 3 stêrk ava bike.
Di navenda fermandariyê de li dor 400 leşker ewê peywir pêk bînin û ev saziya NATO’yê ewê ev Lîvaya Pirnetew a li Romanya, veguhere baregehek mayînde.
Iohannîs, da zanîn ku ewê hejmara leşkerên Romanya yên li Afganîstanê ji 770’yî derxînin 950’yî, ji aboriya salane jî, ji sedî 2’yan ewê ji bo parastinê bikar bînin.

