Dayikên Şemiyê di hefteya 698’emîn de aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 15’ê tebaxa 1994’an de Kartay li gundê Kartay Gomeç ê Hênê hatiye binçavkirin û ji wê rojê ve jî agahî jê nayê girtin. Her wiha hat destnîşankirin dema ku bavê Kartay aqûbeta kurê xwe dipirsî jî, ji hêla hêzên leşkerî ve bi gefa kuştinê hatiye tehdîtkirin.
Ji bo pirsîna aqûbeta windayan û cezakirina kujeran, Dayikên Şemiyê di hefteya 698’emîn de jî li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Kujer diyar in winda li ku ne?’ û wêneyên windayan hatin vekirin. Di çalakiyê de tevî Xizmên Windayan, gelek Mirovên Şemiyê jî amade bûn. Di vê hefteyê de jî Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di 15’ê tebaxa 1994’an de li Amedê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin, pirsî.
Di çalakiyê de birayê Ridvan Karakoç ê ku di sala 1994’an de hat binçavkirin û cenazeyê wî di sala 1995’an de hat dîtin, Hasan Karakoç anî ziman ku li Tirkiyeyê bi hezaran kes hatine windakirin. Karakoç bang li dewletê kir û got; “Hûn celadên dest bi xwîn ji me bêhtir nas dikin û hûn wan diparêzin.’ Di berdewamê de jî Karakoç pirsa ‘Gelo çima em ji hiqûqa hundir encamê nagirin?’ kir û da zanîn ku ev 23 sal in li vir edaletê dixwazin û dê heta 23 salên din jî daxwaza edaletê bikin.
Ev 698 hefte ye pirsa wan bê bersiv e
Piştre jî xwişka Hayrettîn Eren ê ku di 21’ê mijdara 1980’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat wergirtin Îkbal Eren daxuyaniya vê hefteyê xwend. Eren daxuyand ku ew di hefteya 698’an de li Qada Galatasarayê ji rayedar û saziyên dewletê pirsa windayên xwe dikin û wiha domand: “Gelo çi li windayan hat kirin? Ev 698 hefte ne ev pirsa me bê bersiv e. Ji ber ku rêveberên Tirkiyeyê dewleteke hiqûqî naxwazin.”
Dorpêçkirin û agir berdan gund
Di berdewamê de jî Eren got ku Îbrahîm Kartay di operasyona li gundê wan ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê di 15’ê tebaxa 1994’an de ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin. Eren da zanîn ku leşker di saetên serê sibehê de dora gundê Kartay Gomeç ê Hênê digirin û bi sedan leşker gundiyan li qada gund kom dikin û ji wan dixwazin ku gundê xwe terk bikin. Di berdewamê de jî Eren got ku leşker bêyî ku dem bidin gundiyan amûrên xwe ji gund derbixin, malan didin ber agir û sewalên gund gulebaran dikin û dikujin.
Piştî ku hatiye binçavkirin agahî jê nehat girtin
Eren diyar kir ku Kartay ê 29 salî çawa ku mala wan tê şewitandin, tevî malbata xwe ji bo derketina ji gund xwe amade dikin û wiha berdewam kir: “Hevjîna wî ya 6 meh ducanî, 3 zarokên xwe jî digire ba xwe û ji gund dûr dikevin. Kartay ji bo xurekê bigire diçe mala xwe. Hin penîr, ava firîngiyan û nan digire ba xwe û ji bo biçe gel malbata xwe derdikeve derve. Piştî ku hinekî bi rê ve diçe, leşker wî ferq dikin û binçav dikin û careke din agahî ji Kartay nayê girtin. Hevjîna Kartay, Salîme Çekir bi hêviya dê hevjînê wê vegere 10 rojan li bendê dimîne. Lê piştî ku dibîne venagere, bi tiyê xwe re diçe serdozgeriya Hênê û serlêdanê dike.”
Bav jî bi kuştinê tê tehdîtkirin
Di dawiyê de jî Eren ev agahî parve kirin: “Dema ku malbat ji dozgeriyê tu bersiv nagire, diçe Qereqola Cendirmeyan a Hênê. Li qeregolê ji bav Kadrî Kartay re dibêjin ‘Kurê te, terorîst e, lê me wî berda. Li ku derê ye em jî nizanin.’ Piştî demekê bav Kartay cardin diçe qerekolê. Ji qereqolê guleyan lê dibarînin û gefa ku careke din aqûbeta kurê xwe nepirse lê tê xwarin. Piştî 21 salan, notirvanekî goristanê ji malbata Îbrahîm re dibêje, ‘Dibe ku cenazeyê Îbrahîm li kêleka trafoya ceyranê ya nezî goristana navçeya Hênê hatibe defin kirin.’ Li ser vê yekê hevjîn û kurê Îbrahîm bi navbeynkariya Şaxa ÎHD’a Amedê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Hênê didin. Piştî serlêdanê di 3’yê hezîrana 2015’an de gor tê kolandin, parçeyên hestî û kincan tên wergirtin û ji bo Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tên şandin. Lê di rapora hat amade kirin de testa DNA’yê hev negirtin. Em dixwazin ji bo Kartay û hemû windayan edalet pêk bê. Ji bo rastiya heqîqeta di dosyeya Kartay de derbikeve holê em, dixwazin lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin.”

