Berdevkê Navenda Operasyonên Hevpar ên Iraqê Yehya Zubeydî nerazîbûn nîşanî êrîşên bi navê operasyonê ya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê da.
Berdevkê Navenda Operasyonên Hevpar ên Iraqê Yeha Zubeydî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên Iraqê ji Radyoya Dengê Amerîka re axivî.
Zubeydî îşaret bi parastina sînorên Iraqê kir û diyar kir ku artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan di ber parastin û serxwebûna axa Iraqê de berpirsyar in û got, “Hêzên me yên artêşê niha li Şengalê ne. Pêşmerge jî nêzî Qendîlê ne. Ev hêzên pergala parastina Iraqê ne. Peywira van hêzan ev e ku sînorên Iraqê û serxwebûna wê biparêzin.”
Zubeydî got ku ewê destûrê nedin ti hêzêk axa Iraqê dagir bike û îda kir ku agahiya wan ji wê nîne ku leşkerên Tirk ketine gundê Bermîzê yê ser bi bajaroka Sîdekan a ser bi Hewlêrê.

