Nivîskar Umêd Qeredaxî da zanîn ku rewşenbîr di mijara avakirina yekitiya neteweyî de rola xwe nalîzin. Qeredaxî diyar kir ku divê rewşenbîr bi rola xwe rabin û dawî li vê rewşa xwe ya parçebûyî bînin.
Nêzikatiyên siyasî û civakî yên li başûrê Kurdistanê, nahêle ku rewşenbîrên başûrê Kurdistanê rol û rista xwe bilîzin. Li tevahiya cîhanê rewşenbîr û nivîskar di zelalkirina rewşên aloz û rêyên çareseriyê de roleke girîng dilîzin. Lê ev yek li başûrê Kurdistanê derbasdar nîn e. Li ser rola nivîskar û rewşenbîran, nivîskar Umêd Qeredaxî ji ROJNEWS’ê re axivî.
Umêd Qeredaxî diyar kir ku bandora her rewşenbîrekî/ ê di nav her hêz û komekê de heye û ev nirxandin kir: “Divê rewşenbîr, di pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurd de bi rola xwe rabin. Divê hewla rewşenbîr, bandorê li ser raya giştî bike. Ev bi nivîs û axaftinên wan pêkan e. Bi taybeti jî di mijara yekitiya neteweyî de rewşenbîr dikarin roleke pir girîng bilîzin. Ger ku yekitiya niştimanî ya kurd li ser bingeha hêz û komên gel yên cuda ava bibe, di vê yekitiyê gelên din jî dikarin bibin endam.”
Di navbera xwe de parçebûyî ne
Qeredaxî bang li rewşenbîran kir ku girîngiyê bidin mijara yekitiya neteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşenbîr di hêla siyasî, fikrî, pêkhate û koman de ji hev pir parçe bûne. Ji ber vê yekê jî ji bo yekitiya neteweyî di raya giştî de xwedî bandoreke nîn in. Ji ber van kêmasiyên xwe, tevî ku guhertinên li cîhanê jî civaka xwe jê bêpar dihêlin.”

