Rêveberiya Girtîgeha Xoyê bi hinceta ku ‘li odeyekê telefon hatiye dîtin’, hemû mafên girtiyên li wê odeyê qedexe kirin. Li dijî vê biryarê jî di serî de girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan, 9 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kir.
Girtiya siyasî ya kurd a li Îranê cezayê muebbedê lê hatiye birîn Zeyneb Celaliyan û 9 girtiyên din ku li Girtîgeha Xoyê tên girtin, li dijî şert û mercên girtîgehê û rê nedayîna hevdîtinên bi malbatên wan re, dest bi greva birçîbûnê kir.
Li gorî nûçeya Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, di 29’ê tîrmehê de gardiyanên Girtîgeha Xoyê ya Ûrmiyê ya rojhilatê Kurdistanê, li odeyeke girtîgehê telefonek dît. Li ser vê yekê jî rêveberiya girtîgehê ev yek weke hincet nîşan da û girtî ji hemû mafên wan mehrûm kirin. Her wiha rêveberiya girtîgehê destûr nade ku girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.
Li hemberî vê binpêkirina rêveberiya girtîgehê, girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan û 9 hevalên wê dest bi greva birçîbûnê kir. Hate ragihandin ku berpirsên girtîgehê ji girtiyan re gotiye ku heta ku xwediyê telefonê tê tespîtkirin, dê hemû girtiyên li wê odeyê ji mafên wan bêpar bên hiştin. Rêveberiya girtîgehê mafên weke bikaranîna pirtûkxaneyê, kantîn û hevdîtinên bi malbatan re jî qedexe kirine.
Hat zanîn ku greva girtiyan a li dijî vê binpêkirinê, berdewam e.

