Girtiya siyasî ya Kurd ku cezayê meebedê lê hatiye birîn, Zeyneb Celalkiyan bi nameyekê banga li dijî derketina cezayê darvekirinê kir û got; “Em hemû bi hev re li dijî darvekirinê rawestin.”
Girtiya siyasî ya Kurd ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê muebedê lê hatiye birîn, Zeyneb Celalkiyan li dijî darvekirinê nameyek pêşkêşî raya giştî kir.
Di nameya Celaliyan de wiha tê gotin; “Ramîn, Zanyar, Luqman, Kemal û kesên din ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, her niha ji bo we vê nameyê dinivîsim ku xem û êşên me pirin. We jî ew kolber dîtine? Ku ji bo pariyek nan giyanên xwe ya pak didin. Di hemû civakê de kesên ku kar dikin heqdestê wan tê dayîn, lê kolberên Kurd li beramber ew karê ku dikin ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tên gulebaran kirin. Yan ew dayikên li gel zarokên xwe karkeriyê dikin. Beşek ji vê civakê mêrsalarî ye, dijî jinê ye û jinbûn tenê êş e.
Yan ew jina ciwan a ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya li dijî cudakariyê, li ber çavê tejî rondik ê dayikê agir berda bedana xwe, yan ew zarokê ji bo peydakirina pariyek nan dixebitin, ezîzên min, dengê we ji kîjan ji van êşane? Nizanim ev çi cezaye ji bo we erê kirine, cezayê Kurdbûna we ye, yan jî mirovdostbûna we ye.
Eger cezayê li dijî stemkariyê darvekirin be, ango ewên ciwanên niştîmanê me bi darvekirinê ceza dikin, divê li kîjna dadgehê werin dadgehkirin û çawa werin lêpirsîn kirin? Gelê hêja yê Îranê û rêxistinên Mafên Mirovan ez weke girtiyekî ku bi salên dirêj li jêr cezayê darvekirinê de bûm, li pişt dîwarê girtîgehê van zordaran bû, ez daxwazê ji we hemûyan dikim ku em hemû bi hev re li dijî cezayê darvekirinê rawestin. Dayik û bavê van girtiyên siyasî kêfxweş bikin. Werin em hemû bi hev re li dijî vî cezayê sedsalên naverastê rawestin. Ji ber ku bêdengiya me mohra piştgirîkirina cezayê darvekirina Ramîn, Luqman, Zanyar, Hidayet, Kemal û girsiyên din ên siyasî ne.”

