Xwepêşandanên ku 8’ê tîrmehê li Besrayê bi sedema polîtîkayên şaş ên aborî û xizmetî dest pê kirin û li gelek bajarên başûrê Iraqê belav bûbûn her ku diçe mezin dibin. Çalakger tînin ziman ku heta daxwazên wan bi cih neyên ew dê çalakiyên xwe bidomînin.
Xwepêşandanên ku pêşî li başûrê Iraqê bajarê Besrayê dest pê kirin û di demeke kurt de li gelek bajarên Başûr û hin taxên Bexdayê belav bûn di roja 9’an de ne.
Xwepêşdanên ku 8’ê tîrmehê li Besrayê bi sedema polîtîkayên şaş ên aborî û xizmetî dest pê kirin û li gelek bajarên başûrê Iraqê Necef, Kerbela, Zukkar, Mîsan, Babil, Hîle û hin taxên Bexdayê belav bûne, didomin. Merasîmên cenazeyên sivîlan jî bê xwedî namînin.
Di merasîma cenazeyê kesê ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibû kuştin, gel dîsa dest bi xwepêşandanan kirin. Li gorî çapemeniya Iraqê piştî merasîma cenazeyê Malîk Ardavîda, li bajarê Kerbelayê xwepêşandanên mezin çêbûn. Di xwepêşandan de heta niha 10 kes hatine kuştin û 250 kes jî birîndar bûne.
Kesî guh neda qedexeyan
Di roja 5’an a qedexeyê de li Besra, Kerbela, Necef û Zukkarê ‘qedexeya derketina derve’ hatibû ragihandin. Lê li gel vê jî gel dakete kolanan û çalakiyên xwe domandin. Xwepêşandêran guh nedan qedexeyê û qedexe bê wate kir. Li başûrê Iraqê ji sedî 80’yî xebatkaran biyanî ne. Sedemek ku dertê pêş ya xwepêşandanan jî bêkarî ye. Derkete holê ku li deverên ku xwepêşandan dest pê kirin, ku rezervên petrolê û rafînerî lê ne, piraniya xebatkaran ne xwecih in û ji sedî 80’yî wan biyanî ne.
Ceryana başûr ji Îranê dihat
Yek ji sedema ku wekî sedema xwepêşandanan tê nişandan kî qutbûna ceryanê ye. Gelê ku daketiye kolanan tîne ziman ku ew naxwazin ceryana wan qut bibe. Hat zanîn ku ceryan başûrê Iraqê ji Îranê tê. Çend roj berê Wezîrê Ceryanê yê Iraqê wiha gotibû,’’Ji ber sedema ku deynên Îranmê yên li Iraqê zêdebûne rêveberiya Tehranê ceryanê biriye. Hikûmeta Iraqê ji bo ku Îran enerjiyê bişîne razî nekiriye.’’Piştî vê daxuyaniyê gel dest bi xwepêşandanan kiribû.

