Înîsiyatîfa FreeDemirtas îro katjimêr di 18.00’an de
foto-çalakiya, #freeDemirtas #freeThemAll (Azadî
bo Demirtaş, Azadî bo hemû girtiyan) destpêdike…
…
Hevserok û mebûsê berê yê HDP’ê Salahattin Demirtaş
ev sê sal in li Edirneyê di girtî ye. Dadgeha Ewropa ya Mafê Mirovan, ji ber ku
mafên wî hatine binpêkirin biryara serbestberdana Demirtaş dabe jî, hikûmeta
Tirkiyê ev biryar pêkneaniye û ew hîn jî di girtîgehêde ye.
Di 2’ê Îlona 2019’an de li Tirkiyê rûniştina doza Demirtaş wê careke din berdewam bike. Di 18’ê Îlona 2019’an de jî li Strasbourgê doza wî dîsa wê li pêşberî Dadgeha Ewropa ya Mafê Mirovan bê dîtin.
Înîsiyatîfa #freeDemirtas ji bo balê bikşînin ser vê bêdadî û neheqiyê û ji bo azadiya Demirtaş, dest bi çalakiyeke medya ya civakî dike. Li gor wê li ser kaxizekî #freeDemirtas dinûsin, tevî wêneyê xwe li jêr hashtaga #freeDemirtas belav dikin.
Dem û katjimêra çalakiya me ya li ser tora medya ya
civakî;
06.08.2019 Sêşem (bi katjimêra TR) 18:00 û li Ewropa jî di katjimêr 17.00.
Navnîşanên înîsiyatîfa FreeDemirtas wiha ne:
Twitter: @free_demirtas
Instagram: instagram.com/freeselahattindemirtas/
Facebook: facebook.com/FreeDemirtasinfo
Nivîskarê Alman Günter Wallraf jî piştgiriya vê çalakiyê dike û bi wêneyê xwe wê destpêka çalakiyê radigihîne.
Kati Piri, Cem Özdemir, Sadiye Demirtaş, Claudia Roth, Anton Hofreiter, Berivan Aymaz jî desteka xwe ya ji bo kampanyayê diyar dikin.



