Îznews / Navenda Nûçeyan – Lîsteya parlamenteran ya 24ê pûşperê ya, Partiya Komarê ya Gel (CHP), di mêjûya 20ê gulanê de, di civîna Meclîsa Partiyê de ewê bi dengdayînê zelal bibe.
Di 21ê gulanê de saet ta 17:00’yan divê pêşkêşî Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) bê kirin. Navên tê meraqkirin yek jê jî Abdulatîf Şener’ê avakarê Ak Partiyê û di hikûmetên Ak Partiyê de peywira wek alîgirê serokwezîr pêkaniye ye.
Şener, li Ankarayê bersiv da pirsên BBC Tirkî û got ku, “Muhtemel di Partiya Komarê ya Gel de ezê bibim endamê parlamenteriyê. Lê belê ji ber ku niha hemû partî lîsteyên xwe diyar nekirine, pêkan e ku surprîzek jî pêk were. Ji ber vê sedemê diyarkirina daxuyaniyek din ewê ne rast be.”
Sedema ku Abdullatîf Şener di rojevê de cih girtiye yek jê eve ku, di sala 2012’yan de, di bernameyek CNN’yê de gotibû ku; “Ewê Îsraîl, Qudsê wek paytext diyar bike û ewê Erdoxan herî zêde alîkariya vê yekê bike û dema wek paytext bê diyarkirin jî yê herî zêde meydanê bixweyne jî ewê dîsa Erdoxan be.” Bi vê boneye piştî 6 salan ev gotinên wî hatibûn belavkirin.
Hûnê Bibin Endam?
Muhtemelen ezê di vê hilbijartinê de bibim endam. Lê belê ji ber ku partiyan lîsteyên xwe diyar nekirine, dibe ku mirov leqayî surprîzan jî were. Ji ber vê sedemê ezê daxuyaniyek din nedim.
Hûn Navê Partiye Nabêjin?
Partiya Komarê ya Gel

