Serokê Beşa Musulê ya Partiya Teyar El-Hikum El-Wetenî Husên El-Beyatî ku tevlî meşa bîranîna qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê bû, destnîşan kir ku ew êş gelê Êzidî parve dikin û got: “Em hemû yekin, lewma em jî bi êşa birayên xwe yên Êzidî di êşin.”
Husên El-Beyatî duh li navenda Şengalê tevlî meşa bîranîna şehîdên fermana 3’yê Tebaxê bibû, desteka xwe ya ji bo gelê Êzidî nîşan dabû.
El-Beyatî li ser fermanê û bîranîna şehîdan ji Rojnews re axivî û got: “Em jî wek Partiya Teyar El Hikum beşdarî merasîma bîranîna şehîdên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bûn da ku hemî netewên Iraqê bizanin em hemî yekin,tu ferq û cudahî di Iraqê de nabe. Ol û siyaseta me cuda ye, lê Iraqa mezin me digehîne hevdû. Em hemû bedenek in, çawa ku dema perçeyek bedenê di êşê, hemû bi wê di êşê, em jî wisa bi nexweşiya birayên xwe yên Êzidî diêşin.Em di vê bîranîna bi êş re sersaxiyê ji birayên xwe yên Êzidî re dixwazin.
El-Beyatî da zanîn ku li hemberî komkujiyê hikûmet Iraqê bêdeng maye û wiha dom kir: “Şengal hatiye wêrankirin, lê heta niha jî nehatiye avakirin. Piştî vê karesata mezin, ji sedî 90 ê welatiyan di kampan de dijîn û tiştên herî hêsan ên jiyanî jî, bi zehmet peyda dikin.”
El-Beyatî daxwaz ji hikumeta Iraqê kir ku di zutîrin demê de koçberan vegerînin û herêmên wan ava bikin. Beyatî got: “Em ji birayên xwe yên Êzidî re dibêjin ku em êşa wan parve dikin, em ji xwedê dixazin ku cihên bilind û alîkar dengê me bibihîzin û daxwazên me pêkbînin.”



