Serokkomarê Fransayê Emmaûel Macron û serokê DYA’yê Donald Trump beriya civîna bilind a li ser Sûriyeyê ku dê îro li Stenbolê pêk were, ji bo ku helwesteke hevpar nîşan bidin, bi hev re axivîn. Li gorî daxuyaniya Qesra Elyseeyê hêviya Fransayê ji vê civînê nîn e.
Civîna bilind a li Stenbolê dê îro di navbera rêveberên Rûsya, Tirkiye, Almanya û Fransayê de bê lidarxistin. Li gorî Qesra Elyseeyê, Serokê Fransayê Macron rojeva xwe ya li ser dewamkirina agirbesta li Idlibê û zêdekirina nîqaşên li ser pêvajoya çareseriya siyasî ya şerê li Sûriyeyê ragihandiye.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin, “DYA û Fransa li ser mijarên; ewlekarî, mirovî û siyasî yên li Sûriyeyê xwedî heman armancê ne. Û Serokê DYA’yê ji Serokkomarê Fransayê xwest ku vê helwesta hevpar li civîna bilind a li Stenbolê nîşan bide.”
Li gorî medya Fransayê, çavkaniyek ji Qesra Elyseeyê diyar kiriye ku li gel bendewariyên ‘maqûl’ Fransa ne li bendê ye ku di mijara pêvajoya siyasî û ewlekariyê ya Sûriyeyê de tiştek ji vê civîna bilind derkeve.
Hikûmeta Fransayê dixwaze agirbesta li Idlibê were dirêjkirin û destûr ji derbasbûna konvoyên mirovî re were dayin. Tê gotin ku herî kêm şeş konvoyên alîkariyê ji aliyê rejîma Şamê ve hatine rawestandin.
Rêveberiya Parîsê her wiha dixwaze komîteyeke destûra bingehîn pêk were û yek ji sê parên komîteyê ji nûnerên rejîmê, yek ji sê paran ji nûnerên muxalefetê, yek ji sê paran jî ji kesên serbixwe pêk were. Di daxuyaniya Qesra Elysee de ji rêveberên çar welatên ku dê li Stenbolê li hev bicivin hate xwestin ku biryareke vekirî bistînin ku ev komîte di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bê avakirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku hefteyên bê ber bi dawiya vê salê ve hevdîtinên Cenevreyê dest pê bikin.

