6. Festîvala Navnetewî ya Filman a Dihokê îro danê êvarî bi dawî bû. Bi giştî ji 50 welatan 105 film beşdarî festîvalê bi bûn.
Îro danê êvarî 6. Festîvala Navnetewî ya Filman a Dihokê ku ev 7 roje dewam dike, bi dayîna xelatan dawî bû.
Kesên xelatên Festîvala Navnetewî ya Filman a Dihokê wergirtîn evin:
Xelata Yilmaz Guney a rêzdariyê ji bo Mamosta Zîrek hat dayîn.
Xelata parêzgeha Duhokê ji bo Mihemmed Muhsîn hat dayîn.
Xelata Pela Mêw a Zîvî, ji bo fîlma 6B ya derhêner Elî Rezayî hat dayîn.
Xelata Pela Mêw a Zêrîn, ji bo baştirîn kurtefîlma Kurdî ya Pantor a derhêner Tehsîn Ozmen hat dayîn.
Xelata Pela Mêw a Zêrîn ji bo baştirîn belgefîlma Kurdî ya Mîn Hilgir a derhêner Hogir Hirurî hat dayîn.
Xelata Lîjneya Kurtefîlman a Navdewletî ji bo fîlma Bêseks a derhêner Elî Rezayî hat dayîn.
Xelata baştirîn dokumenteriya biyanî, ji bo Gim Girles hat dayîn.
Xelata rexnegiriyê ji bo fîlma Navber hat dayîn.
Xelata rêzgirtinê, ji bo aktorê Kurd Ehmed Zîrek hat dayîn.
Xelata parêzgeha Duhokê, ji bo 2 fîlmên bi navê ‘Qehremanê Çerxî’ û ‘Qurban’hat dayîn.
Xelata baştirîn aktorê Kurdî, ji bo Feyyaz Duman hat dayîn.
Xelata baştirîn aktora Kurd, ji bo Şukran hat dayîn.
Xelata baştirîn senaryoyê, ji bo filma ‘Jîna Bê Jiyan’ hat dayîn.
Xelata baştirîn derhênerê Kurd, ji bo Mihemmed Elî Konar hat dayîn.
Xelata baştirîn filma dirêja Kurd, ji bo fîlmê ‘Zagros’ hat dayîn.

