Serokê Desteya Hêzên Hevbeş a Amerîkayê general Joseph Danford di civîneke çapemeniyê de li rex şandeyê serokatiyê taybet ji bo Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk di dawiya konferansa fermandarên koalîsyonê de li dijî ku komên radîkal hatiye lidarxistin, ev daxuyanî da.
McGurk diyar kir ku stratejiya hêzên koalîsyonê di Sûriyeyê de pêdiviya wê bi beşdarbûneke darayî û leşkerî heye da ku ji nû ve were avakirin û aramî li herêmên Sûriyeyê pêk were. Her wiha got Amerîka dixwaze Îran û milîsên girêdayî wê ji Sûriyeyê bêne derxistin. Di konferansê de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di sala sêyemîn de serokên desteyan û wezîrên parastinê yên 82 dewletan pêşwazî dike da ku bi rêbazên leşkerî û îstixbaratî şerê terorê bikin.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd beriya niha ragihand ku hejmara dilgirtiyên DAIŞ’ê li ba wan nêzî 900’î ne û ji hemwelatiyên 44 dewletan in. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û HSD’ê jî ragihand ku ew amade ne van çeteyan radestî dewletên wan bikin.

