Çanda kevnar a çêkirina xaniyên bi herî li Rojava berdewam e. Li bajarê Amûdê yê girêdayî Kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê dayika bi navê Hecê Kerîme bi zarokên xwe re ji bo amadekariya zivistanê xaniyên xwe çêdike. Kurê dayika Kerîme ji bo xwe xaniyekê çêdike û dayika Kerîme jî di çêkirina xanî de alîkariya kurê xwe dike.
Dayika Kerîme ku bi kêfxweşî di çêkirina xanî de cih digire, wiha vedibêje: “Jiyana di xaniyên herî de ji yên çîmento xweştir e. Êdî demsala zivistanê hat, divê em jî amadekariyên xwe bikin. Ev keda min hemû ji bo parastina kurê min û neviyên min e. Rast e ez 73 salî me, lê hîn li ser xwe me.”

