Adil Ebdulmehdî ku ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve ji bo avakirina hikûmetê hatiye erkdarkirin, dibin zextên hindur û derve de ye.
Serok komarê Iraqê Berhem Salih roja 2’yê Cotmehê rêveberê berê yê Meclîsa Bilind a Îslamî Adil Ebdulmehdî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.
Li gorî yasayan pêwîste Ebdulmehdî di nava 30 rojan de hikûmetê ava bike. Adil Ebdulmehdî piştî erkdarkirinê ji bo avakirina hikûmetê bi partî û aliyên siyasî yên ku di hilbijartinan de biser ketine re ket nava gotubêjan.
Li gorî hinek nirxandin û nuçeyên di dezgehên ragihandinê de tên weşandin, Ebdulmehdî ji roja yekê ve danûstandin rêveberên komên siyasî ên bibandor re çêkirine û xwestiye ku helwesta wan fêm bike, lê wê karê wî hêsan nebe.
Di nirxandina de tê gotin ku Ebdulmehdî ji aliyê komeke mezin a parlamentoyê ve wekî namzet nehatiye nîşandan, lê belê ji aliyê Lêvegera (Referans) Olî ya Bilind ve hatibû diyarkirin. Ji ber vê yekê her beşek siyasî ji bo ku di nava hikûmetê de cîh bigire wê bi keve nava hewldanan û ev jî wê karê Ebdulmehdî zehmet bike.
Li gorî geşedanên ku heta niha çêbûne, her aliyek siyasî ji bo berjewendiyên xwe dixwaze wezaretan bidest bixin û lewma jî Ebdulmehdî niha dibin zextên hêzên hindirîn de ye. Tişta ku karê Ebdulmehdî hîn zehmetir dike jî, parçebûna di navbera hêzên siyasî yên Şiî, Sûnnî û Kurd de ye.
Di rewşa niha de her aliyek siyasî di nava xwe de rewşek perçeyî dijî û rewşa hêzên Kurd PDK û YNK wekî mînak dikare bê nîşandan. Bi taybetî piştî nîqaşên li ser hilbijartina Serokomariyê û di navbera herdu partiyan de suçdarikirin derketine pêş.
Partî û komên ku hewl didin tevlî hikûmetê bibin, wê namzetên xwe ji bo Ebdulmehdî pêşkêş bikin, lê zext li Ebdulhemdî hatiye kirin ku hikûmet ji teknokratan bê avakirin, lewma kesên ku partî jî pêşniyar bikin, pêwîste xwedî sifatek bi vî rengî bin.
Rêberê Eniya El-Sedir Muqtede Elsedir beriya niha diyar kiribû ku çênabe partî namzetan ji bo wezaretên Parastin û Hundirîn diyar bikin û gotibû, “Me daxwaz kir ku ev herdu wezaretan di destê partiyan de nebin da ku nekeve bin tasarufa wan de. Pêwîste ev wezaret di destê teknokratên serbixwe de bin, nexwe ew ê mudaxele bikin.”
Ebdulmehdî ji bilî zextên hundirîn, di heman demê bi zextên derve re jî rû bi rû ye. Dewletên herêmî jî dixwazin hikûmetek li gorî berjewendiyên wan bê avakirin.
Sefîrê Tirkiyeyê yê Begdayê Fatih Yildiz duh li gel Adil Ebdulmehdî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de mijarên girêdayî rewşa herdu welatan hate nîqaşkirin. Weke tê zanîn dewleta Tirk her tim di nava hewldanên mudaxeleya herêmê de ye û berjwendiyên xwe bi riya hêzên Tirkmen tîne rojevê. Her wiha mijarên weke av û ewlehiya sînor û hwd. Wekî amûrekî zextê bikar tîne.
Herwiha Îran dixwaze destê wê di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de hebe, ji bo wê jî çend hêzên Şiî yên weke Esaab Ehlulheq û rêxistina Bedir ku aligirên wê ne, bikartîne.
Li aliyê din DYA jî di avakirina hikûmetê de rol dilîze. Nûnerê taybet ê Serokê DYA’yê Trump ê li dijî DAIŞ’ê McGurk her bi aliyên siyasî yên Iraqê re hevdîtinan pêktîne da ku wan ji dewleta Îran dûr bixe.
Li pêşiya Ebdulmehdî 3 hefte mane ku hikûmetê ava bike. Ger ku hikûmet di dema xwe de neyê avakirin, wê kesekî din ji bo avakrina hikûmeta nû bê erkdarkirin.

