15 Kasım 2026
10.8 C
İstanbul

Li Rojava perwerdeya pirzimanî

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra Hec Elî destnîşan kir ku li Federasyona Bakurê Sûriyeyê perwerdeyê bi awayekî fermî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî didin û îsal 642 hezar û 922 xwendekar dest bi perwerdeyê kir.

Li Federasyona Bakurê Sûriyeyê li gel hemû şert û mercên zehmet jî serdama nû ya perwerdeyê beriya hefteyekê dest pê kir. Li seranserê federasyonê 642 hezar û 922 xwendekar hene û dê van xwendekaran ji aliyê 41 hezar û 68 mamosteyan ve bên perwerdekirin. Perwerde bi awayekî fermî bi zimanê kurdî, erebî û suryanî tê dayîn.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra Hec Elî têkildarî serdama nû ya perwerdeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê ji rojnameya me re axivî û agahiyên girîng parvekirin. Hevserok Hec Elî diyar kir ku amadekariyên xwe yên ku ji mehên havînê ve ji bo serdema nû ya perwerdeyê dane destpêkirin bi dawî kirine.

Bi hezaran mamoste gihandine

Hec Elî da zanîn ku perwerdeya pisporiya meteryalan û pedagojîk dane mamosteyên xwe û wiha got: “Di encama perwerdeyan de me li seranserê Federasyona Bakurê Sûriyeyê ji bo dibistanên seretayî 15 hezar, ji bo dibistanên navîn 5 hezar û ji bo dibistanên amadehiyê jî 3 hezar mamoste gihandin. Her wiha me milyon û nîv pirtûkên bi zimanê kurdî, erebî û suryanî jî çap kirin. “

Hecî Elî têkîldarî hejmara xwendekar, dibistan û mamosteyan anî ziman ku li Kobanê 108 hezar û 284, li Minbicê 96 hezar û 877, li Tebqayê 50 hezar, Reqqayê 69 hezar, Dêrazorê 108 hezar û li Cizîrê jî 210 hezar û 761 bi giştî li seranserê Federasyona Bakurê Sûriyeyê 642 hezar û 922 xwendekar hene û wiha domand: “Dê van xwendekaran li 4 hezar û 267 dibistanan ji aliyê 41 hezar û 68 mamosteyan ve bên perwerdekirin. “

Perwerdeya pirzimanî
Hec Elî di berdewamê de destnîşan kir ku perwerdeyê bi awayekî fermî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji pola yekemîn heta pola sêyemîn ji bo hemû pêkhateyan bi zimanê dayikê perwerde didin. Di pola 5’emîn de dersên îngilîzî jî tên dayîn. Li seranserê Federasyona Bakurê Sûriyeyê heta pola 9’emîn perwerde mecbûrî ye. “
Li Bakurê Sûriyeyê ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê heta niha di warê siyasî de statuya herêmê gelek caran hat guhertin. Li ser pirsa me ya têkildarî bandora vê yekê Hec Elî got ji ber ku ji destpêka şoreşê ve bernameya wan a perwerdeyê heye û guhertinan statuya heremê bandoreke zêde li pergala wan a perwerdeyê nekiriye.

Li Şehbayê perwerde bibin
Hec Elî dagirkirina dewleta tirk a li ser Efrînê bi bîr xist û diyar kir ku ji ber dagirkeriyê zarokên Efrînê nikarin li Efrînê perwerdeya xwe bibînin û wiha pê de çû: “Wekî sala borî dê îsal jî Komîteya Perwerdeyê ya Şehbayê zarokên Efrînê perwerde bike. Me pirtûk ji wan re amade kirine dê di rojên pêş de ji wan re bişînin. Her wiha xwendekarên zanîngeha Efrînê jî li Zanîngeha Rojava ya Cizîrê hatine bicihkirin.

Elî herî dawî bal kişand ser hevdîtinên di navbera rejîm û MSD’ê de diyar kir ku di hevdîtinan de hîn beşa perwerdeyê nehatiye nîqaşkirin û got ku nîqaş çi dibin bila bibin dê dev ji pergala xwe ya perwerdeyê ku çend sal in saz kirine bernedin û radestî rejîmê nekin.

Son Haberler

İran ordusuyla şiddetli çatışma: Bir PJAK üyesi hayatını kaybetti

PJAK’ın askeri kanadı YRK, Serdeşt kentinde İran ordusuyla yaşanan...

Mekke Anlaşması resmileşti

Türkiye, Pakistan ve Suudi Arabistan arasında ortak savunma amacıyla...

Tayyip Temel: Öcalan’ın inisiyatifiyle bir koordinasyon kurulu oluşturulacak

DEM Parti Eş Genel Başkan Yardımcısı Tayip Temel, Nûçe...

Trump, Çin ve Rusya ile üçlü görüşme gerçekleştirdi

ABD Başkanı Donald Trump'ın gelecek hafta Filipinler ve Çin'i...

ABD’de tüm uçuşlar durduruldu: ‘Bu yeni bir 11 Eylül değil’

ABD'de hava trafik kontrolündeki "iletişim sorunu" nedeniyle tüm uçuşlar...

Hareket Yönetimi: Demokratik siyasete katılmaya hazırız

PKK Hareket Yönetimi, barış sürecine ilişkin yaptığı açıklamada, Türkiye...

“Amude Sineması katliamının acısı hâlâ taze”

Demokratik Birlik İnisiyatifi, Rojava'nın Amude kentinde 13 Kasım 1960'ta...

Türkiye Gündemi

Tayyip Temel: Öcalan’ın inisiyatifiyle bir koordinasyon kurulu oluşturulacak

DEM Parti Eş Genel Başkan Yardımcısı Tayip Temel, Nûçe...

İBB davasında ara karar: İmamoğlu’nun avukatı Mehmet Pehlivan dahil sekiz kişiye tahliye

Görevden uzaklaştırılan İBB Başkanı Ekrem İmamoğlu'nun da aralarında bulunduğu...

HABAŞ patlaması: Dokuz kişi tutuklandı, yönetim kurulu başkanı adli kontrolle serbest

İzmir'in Aliağa ilçesinde faaliyet gösteren HABAŞ Demir Çelik Fabrikası'nda...

‘Edebiyat ve Barış Konferansı’ düzenleniyor

Edebiyatçıların bir araya geldiği konferansta konuşan katılımcılar, barış sürecine...

Barış Annesi Elif Aslan yaşamını yitirdi

Barış Annesi Elif Aslan, geçirdiği beyin kanaması sonucu hayatını...

Bu fotoğraf İYİ Parti’i karıştırdı

İYİ Parti Genel Başkanı Müsavat Dervişoğlu'nun, Anıtkabir'deki 29 Ekim...

Özel: Vahim iddialar doğru çıkarsa Sarıgül’ü biz de savunamayız

Yeni Parti Genel Başkanı Özgür Özel, Erzincan Milletvekili Mustafa...

Numan Kurtulmuş: Süreç başarıyla ve hakikaten fevkalade üstün bir koordinasyonla rotasında devam ediyor

Meclis Başkanı Numan Kurtulmuş, TBMM Plan ve Bütçe Komisyonunda,...