Di derheqê hevserokê HDP’yê yê berê Selahattîn Demîrtaş de, doza ku bi angaşta “rêveberê rêxistina terorê” tê darizandin, biryara berdewamiya girtinê hate dayîn.
Dadgeha 19. a Cezayê Giran a Ankarayê, di salona kampusa Girtîgeha Sîncanê de pêk hat de Selahattîn Demîrtaş bi rêya Pergala Ragihandina Deng û Dîtbariyê tevlî danişînê bû.
Parêzerên Demîrtaş, daxwaznameyên xwe yên sedemnîşandanê pêşkêşî dadgehê kiribûn û tevlî danişînê nebûn.
Serokê Dadgehê Mûrat Îlhan, li gor biryara danişîna çûyî ji bo ewraqê hatiye bibersivîne mafê axaftinê da Demîrtaş.
Demîrtaş, got ku ez dixwazim bi xwe di danişîna dadgehê de amade bim û di amadebûna parêzerên xwe de dixwazim parastina xwe bikim, ji ber vê yekê daxwaz dikim ku danişîn bê bipaşxistin.
Paşê dadgehê biryara xwe ya navberê diyar kir, biryar da ku rewşa girtina Demîrtaş berdewam bike. Danişîn di 3’yê kewçêra 2018’yan berdewam bike.

