Qeymeqamiya navçeya Beyogûyê ya bajarê Stembolê, diyar kir ku Çalakiya Dayikên Şemiyê ya rûniştina hefteya 700emîn hatiye qedexekirin.
Ji bo qada çalakiyê banga yekîneyên polîsên teqwiye hate kirin, Dayikên Şemiyê jî diyar kirin ku wek 699 heftiye çewa rûniştibin ewê dîsa rûniştina xwe bikin. Li ser vê yekê polîsan li girseyê destwerdan û ji xizmên wendahiyan Masîde Ocax û Besna Tosun jî di nav de ji 20 kesî zêdetir kes destê wan bi pişt wan ve hatin kelepçekirin û hatin binçavkirin.
Polîs li ser kesên qada Galatasarayê gaza îsotê reşand.

