Fêkiya havînê hejîr çêbûn. Di nav hejîrê de vîtamînên E, C, A û B’yê hene. Ev hejîr hem tên hişkkirin hem jî rîçala wan tê çêkirin.
Lê jinên Kerborana Mêrdînê ji hêjîran bastêq jî çêdikin û niha jî dest bi çêkirina bastqêk kiriye. Piştî hejîr tên jêkirin, jin wan dişon û dikin du felq.
Ji nav hejîrên tên jêkirin ên xerabe tên neqandin û yên saxlem jî li ser agir di sîtilekê de û şekir û şîr tê tevlêkirin û tên kelandin.
Piştî vê hejîr du rojan li cihekî hênik tên sekinandin. Herî dawîn jî danekî li ber siyê tên sekinandin û dibin bastêq. Her wiha bastêqên ku tên çêkirin bi piranî mehên zivistanê tê xwarin.

