15 Kasım 2026
12.6 C
İstanbul

Girtîgeha Amedê ji bo kurdî got ‘zimanê ku nayê fêmkirin’

Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Amedê ji ber ku girtiyan rojname jihevre şandine, rastî cezayê disiplînê hatin. Li dijî vê yekê jî girtiyan xwestin ku parastina xwe bi devkî û bi zimanê kurdî bikin. Lê rêveberiya girtîgehê ev yek red kir û di girteka xwe de wiha got: “Dixwazin ku bi zimanê ku nayê fêmkirin îfade bidin.”

Di 30’ê tîrmeha 2018’an de li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Amedê, girtiyên qawîşa A-5, rojnameya di destê xwe de li hev badan û ji bo hevalên wan bixwînin avêtin hewşa qawîşa cîran (A-4). Lê Rojname di têla navbera hewşan de aliqî û li hewa ma. Dema girtiyên qawîşa A-4 hewl dan rojnameyê ji nava têlan derxînin, cîhaza sensora hişyariyê ket tevgerê û li ser vê yekê gardiyanên înfaz û parastinê yên îdareya girtîgehê bi ser qawîşên A-4 û A-5’an de girtin.

Der barê girtiyan de lêpirsîn dan desptêkirin

Li gorî girteka di 30’ê tîrmehê ya Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê der barê girtiyên qawîşa A-4’an  Osman Ozum, Ercan Tunç, Nurullah Çîftçî, Nurî Keleş, Abdurezzak Şimşek, Lokman Akbaba, Necatî Çepik, Mehmet Polat, Aydin Altıg, Recep Bal, Yahya Fîdan, Şukru Gokturk, Ramazan Algan, Nevzat Tedîk, Mehmet Aylak û Veysel Guntin de lêpirsîn da destpêkirin.

Nehêlan ku bi kurdî parastina xwe bikin

Lijneya Disiplînê di 1’ê tebaxê de ji girtiyan ji bo parastina nivîskî, nivîs ji girtiyan re şand. Lê 16 girtiyan xwest parastinê xwe bi devkî bikin û daxwazname dan rêveberiyê. Li ser ve yekê rêveberiyê Guntin û Altig ji bo îfadeya wan bistîne birin Serokatiya Lijneya Disiplînê. Guntîn û Altig ku xwestin bi kurdî parastin bikin, rayedaran xwestin bi nîzama leşkerî îfade bidin. Lê ji ber ku 2 girtiyan ev rewş qebûl nekir, beyî îfadeya girtiyan bistîne ew dîsa şandin qawîşê.

Ji lijneya disiplînê îfadeyên sosret

Serokatiya Lijneya Disiplînê piştre der barê 16 girtiyên ku îfadeya wan negirtî de bi sedema ‘ketine nava tevgerên ne guncav û komî bûne’ mehek cezayê xizmeta civakî li girtiyan birî.  Lijneya Disiplînê ji bo 2 girtiyên ku xwestin bi kurdî îfade bidin jî bi gotina ‘Dê îfadeya xwe bi zimanê ku nayê fêmkirin bidin’ derbasî girtekê kirin.

Son Haberler

Bahçeli’den barış sürecine yönelik 50 maddelik açıklama

MHP lideri Devlet Bahçeli, barış sürecine dair 50 maddelik...

İran: Uranyum zenginleştirmeden vazgeçmeyeceğiz

İran Dışişleri Bakanlığı Sözcüsü İsmail Bekayi, Tahran’da düzenlediği basın...

Suudi Arabistan iki kişiyi ‘terör’ suçlamasıyla idam etti: Mahkumlardan biri tutuklandığında 14 yaşındaydı

Suudi Arabistan yönetimi, iki vatandaşını “terör eylemi” suçlamasıyla idam...

İran ordusuyla şiddetli çatışma: Bir PJAK üyesi hayatını kaybetti

PJAK’ın askeri kanadı YRK, Serdeşt kentinde İran ordusuyla yaşanan...

Mekke Anlaşması resmileşti

Türkiye, Pakistan ve Suudi Arabistan arasında ortak savunma amacıyla...

Tayyip Temel: Öcalan’ın inisiyatifiyle bir koordinasyon kurulu oluşturulacak

DEM Parti Eş Genel Başkan Yardımcısı Tayip Temel, Nûçe...

Trump, Çin ve Rusya ile üçlü görüşme gerçekleştirdi

ABD Başkanı Donald Trump'ın gelecek hafta Filipinler ve Çin'i...

Türkiye Gündemi

Tayyip Temel: Öcalan’ın inisiyatifiyle bir koordinasyon kurulu oluşturulacak

DEM Parti Eş Genel Başkan Yardımcısı Tayip Temel, Nûçe...

İBB davasında ara karar: İmamoğlu’nun avukatı Mehmet Pehlivan dahil sekiz kişiye tahliye

Görevden uzaklaştırılan İBB Başkanı Ekrem İmamoğlu'nun da aralarında bulunduğu...

HABAŞ patlaması: Dokuz kişi tutuklandı, yönetim kurulu başkanı adli kontrolle serbest

İzmir'in Aliağa ilçesinde faaliyet gösteren HABAŞ Demir Çelik Fabrikası'nda...

‘Edebiyat ve Barış Konferansı’ düzenleniyor

Edebiyatçıların bir araya geldiği konferansta konuşan katılımcılar, barış sürecine...

Barış Annesi Elif Aslan yaşamını yitirdi

Barış Annesi Elif Aslan, geçirdiği beyin kanaması sonucu hayatını...

Bu fotoğraf İYİ Parti’i karıştırdı

İYİ Parti Genel Başkanı Müsavat Dervişoğlu'nun, Anıtkabir'deki 29 Ekim...

Özel: Vahim iddialar doğru çıkarsa Sarıgül’ü biz de savunamayız

Yeni Parti Genel Başkanı Özgür Özel, Erzincan Milletvekili Mustafa...

Numan Kurtulmuş: Süreç başarıyla ve hakikaten fevkalade üstün bir koordinasyonla rotasında devam ediyor

Meclis Başkanı Numan Kurtulmuş, TBMM Plan ve Bütçe Komisyonunda,...