Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Mehcup sûîkasta li hemberî Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve li Şengalê pêk hatibû, şermezar kir. Mehcup diyar kir ku têkildarî êrîşê tu hevkariya Bexdar û Enqereyê nîn e..
Piştî daxuyaniyên li ser êrîşa Şengalê ku ji Iraqê jî hat xwest helwesta xwe zelal bike, ji hikûmeta Iraqê daxuyanî hat.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Mehcup têkildarî mijarê di malpera fermî ya wezaretê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li ser herêmên sivîl ên Şengalê şermezar dike.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Wezareta Derve ya Iraqê li dijî van êrîşan e û derbarê êrîşê de tu hevkariyek di navbera Bexda û Enqereyê de nîn e.
Di daxuyaniyê de her wiha ji Tirkiyeyê hat xwestin ku hêzên xwe yên li Başîqa vekişîne û wiha hat gotin: “Ji ber ku ew hêz li dijî hevpeymanên navnetewî ye. Her wiha li dijî rêzdariya li hemberî têkiliyên beramberî hev a welatan e.”
Di dawiya daxuyaniyê de pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê hatin bibîrxistin û bal hat kişandin ku pêwîste di mijara “têkoşîna li dijî terorê” de nêrînek hevbeş hebe û sivîl neyên hedefgirtin.

