Kongreya Amerîkayê qanûna ku firotina balafirên şer ên F-35’an a ji bo Tirkiyeyê dide rawestandin erê kiribû. Di 3’yê tebaxê de jî qanûn ji serokê DYA’yê Donald Trump re hatibû şandin. Duh jî Trump qanûna ku Kongreyê şandî, îmze kir.
Serokê DYA’yê Donald Trump qanûna bûdçeyê ya Wezareta Parastinê ku firotina balafirên F-35 a ji bo Tirkiyeyê girêdayî çend şertan dike, îmze kir. Di qanûnê de ji Pentegonê tê xwestin ku di nava 90 rojan de raporek bê amadekirin ku ji bo teslîmkirina F-35’an divê kongre di mijara têkiliyên her du dewletan de bên îkna kirin.
DYA’yê teslîmkirina balafirên F-35’an a ji bo dewleta tirk, asteng kir. Trump qanûna bûdçeyê ya Wezareta Parastinê ku firotina balafirên F-35 a ji bo Tirkiyeyê girêdayî çend şertan dike, îmze kir.
Ji bo rawestandina demkî ya teslîmkirina balafirên F-35’an a ji bo Tirkiyeyê, di bûdçeya sala 2019’an a Pentegonê de Kongreya Amerîkayê biryar dabû. Di serî de rêveberiya Trump, li dijî vê biryara Senato û Meclisa Nûneran derdiket. Di encamê de jî her du aliyên kongreyê lihev kir û ji bo îmzekirinê jî di 3’yê tebaxê de ji Trump re hat şandin.
Di qanûnê de çi tê xwestin?
Di qanûnê de tê destnîşankirin ku divê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di nava 90 rojan de der barê têkiliyên dewleta tirk û DYA’yê de raporekê pêşkeşî Kongreyê bike. Di qanûnê de ji Pentagonê tê xwestin ku di îxtîmaleke kirîna S-400’an a ji Rûsyayê de bandora wê ya ku dê li ser têkiliyên DYA û Tirkiyeyê bike tê xwestin. Her wiha Kongre ji Pentagonê dixwaze ku bi derxistina dewleta tirk a ji bernameya balafirên nû yên F-35’an re encamên îxtîmalî yên ku dê li ser sanayiya DYA’yê bike bên nirxandin.
Peyman hat xerabkirin
Li gorî peymana di navbera DYA û dewleta tirk de, dê DYA’yê 100 balafirên F-35 bidana dewleta tirk. Di vê çarçoveyê de jî di meha hezîranê de 2 balafir ji dewleta tirk re hatibûn şandin. Dihat payîn ku balafirên din jî di meha îlona 2019’an de bihatina radestkirin. Lê ji ber krîza di navbera DYA û dewleta tirk de ev teslîmat niha hatiye rawestandin.

