Li ser Rahîbê Amerîkayî Andrew Brûnson, di navbera DYA û Turkiyê de ev du sal e qeyranek berdewam dike û daxuyaniya dawîn ji wezareta karê derve ya DYA’yê hat.
Berdevkê wezaretê Healther Naûert ji çapemeniyê re brîfîngek da, li ser li hevkirina Amerîka û Turkiyeyê ya di derheqê Brûnson de pirs jê hate kirin, Naûert bersiva ku “Heke lihevkirinek hebûya, ewê Brûnson û Amerîkayiyên li Turkiyeyê girtî hatibûna welatên xwe” da.
Çavkaniyên Wezareta Karên Derve yê Turkiyeyê dabûn ragihandin ku lijneyek bi Serokatiya Alîgirê Wezîr Sedat Onal ewê di demek kurt de biçe Washîngtonê, lijneya ji 9 kesî pêkhatî de rayedarên ji wezaretên dadê, darayî û karê derve de ewê pêk were. Çavkaniyên Turk dabûn xuyakirin ku hevdîtina pêşin ewê roja çarşemê pêk were.
Dema ev hevdîtin ji Naûert hate pirsîn, “Min jî nûçeyan dît lê belê ez nikarin birastînim. Di vê astê de civînek ku em ragihînin tune ye.” Got.