Demek berê sê cebilxaneyên li başûrê Kurdistanê ku çekên koalîsyona navneteweyî tê de bûn, teqiyan. Pêşmergeyên ku têkildarî mijarê axivîn diyar kirin ku ji bo ku çekên fermandarên pêşmergeyan dizî û firotin neyên zanîn, cebilxane hatine teqandin. Hat zanîn ku bi vê re jî ger başûrê Kurdistanê rastî êrîşekê bê, hemû çekên pêşketî niha hatine tunekirin.
Demek berê li başûrê Kurdistanê 3 cebilxane di navbera demên pir kurt de teqiya bûn. Di van cebilxaneyan de jî çekên ku Koalîsyona Navneteweyî ji bo pêşmergeyan şandibûn dihatin parastin. Hefteyek beriya teqînan jî Kerîm Sîncarî ku Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê bi wekalet birêve dibe, ji bo lêkolînkirina çekên bi cureya Mîlan ên ku winda bûn, belgeyek îmze kiribû.
Têkildarî mijarê Zernewsê nûçeyek balkêş weşand. Li gorî nûçeyê cebilxaneya destpêkê li Silêmaniyê teqiya ku ev cebilxane girêdayî Wezarata Pêşmergeyan bû. Di encama teqînê de hemû çekên di cebilxaneyê de îmha bûn. Teqîna duyemîn jî di cebilxaneya girêdayî Wezareta Pêşmergeyan a li Duhokê de pêk hat. Di encama vê teqînê de jî hemû çekên di depoyê de tune bûn. Du roj neketin navberê ku teqîna sêyemîn jî di cebilxaneya girêdayî wezaretê ya li Hewlêrê de pêk hat. Di encama vê teqînê de jî temamiya çekên koalîsyonê yên di depoyê de îmha bûn.
Hinceteke sosret nîşan dan!
Bi rûdana teqînan re Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyek da û hinceteke sosret nîşan da. Wezaretê diyar kir ku sedema teqînan, pileya germahiyê ye. Lê tiştê ku wezaretê ji bîr kir ew bû ku ev çekên ku koalîsyonê dabûn, li hemberî germahiyê qahîm in. Di nûçeyê de tê gotin ku temamiya çekên konvensiyonel û yên di hêla tekonolojîk de pêşketî li van her sê cebilxaneyan dihatin parastin. Lê ev çeke bi temamî tune bûn.
Ji pêşmergeyan agahiyên girîng
Di berdewamiya nûçeyê de jî cih ji nêrînên rayedarên pêşmergeyên ku ne xwestin navên xwe aşkera bikin re tê veqetandin. Pêşmerge dibêjin ku gelemperiya çekên ku hêzên koalîsyonê ji bo pêşmergeyan şandin, ji hêla fermandarên pêşmergeyan ve hatine firotin. Di berdewamê de jî pêşmerge van agahiya girîng didin: “Ji bo ku ev yek neyê zanîn, her sê cebilxane jî hatin teqandin. Jixwe demek berê bi vê tewanê 20 fermandarên pêşmergeyan hatibûn girtin.”
Xwestin bi ser diziya xwe bigirin
Agahî bi van jî naqedin. Di berdewamê de jî pêşmergeyekê ku di Yekîneyên Topavêjan de cih digire dibêje ku aşkeraye ku çekên ji hêla koalîsyonê ve hatine şandin, ji hêla fermandarên pêşmergeyan ve hatine dizîn. Pêşmerge dibêje ku bi teqandina cebilxaneyan re xwestin bi ser vê bûyerê re bigirin û anî ziman ku ew bi daxuyaniya fermî ya Fermandariya Pêşmergeyan bawer nake. Fermandarekê din ê pêşmergeyan jî di axaftina xwe de dibêje ku çekên ku ji wan re hatine şandin li hemberî germahiyê qahîm bûn û ne mimkûne ku ji ber germahiyê teqiyabin.
Ji bo parastina wan şandin lê firotin dijminên xwe
Hêjayî gotinê ye ku Koalîsyona Navneteweyî di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de gelek çekên pêşketî ji hêzên pêşmergeyan re şandin. Di nava van çekan de fûzeyên antî-tank û fûzeyên bi cureya Mîlan ên Almanyayê jî hebûn. Lê di demekê pir kin ê piştî şandina van çekan de, ev çek li bazarên başûrê Kurdistanê dema ku dihatin firotin hatin dîtin. Heta ku fermandarên pêşmergeyan ev fûzeyên Mîlanê firotin Heşdî Şabî yên ku ji bo şerê li dijî pêşmergeyan hatin Mûsila Kevin jî. Hat zanîn ku dema ku di navbera pêşmerge û Heşdî Şabî de şer diqewimî, ev ticaret pêk hatiye.
Erzaqê ji bo pêşmergeyan jî firotin
Di berdewamiya nûçeyê de agahiyên sosret tên parve kirin. Tê gotin ku di demekê ku pêşmergeyan li eniyên şer nan û pîvaz dixwar, xurek, nan, xwarin û ava ku ji bo pêşmergeyan ve ji hêla saziyên navneteweyî û karmendên kurd ve ji bo pêşmergeyan şandin jî ji hêla fermandarên pêşmergeyan ve li bazaran bi bûhayeke erzan hatine firotin.
Karmendê kurd îsyan kir
Têkildarî mijarê rêveberekê kurd ê di saziyeke navneteweyî vê mijarê wiha vedibêje: “Di dema şer de me hemû erzaqê xwe radestî Wezareta Pêşmergeyan kir. Lê rojek piştre me dît ku ev erzaqa li dikanên Hewlêrê tên firotin. Li hêla din jî pêşmerge li eniyên şer nan, pîvaz û bacan dixwarin.” Belgeya ku Kerîm Sîncarî parvekirî jî ji bo ronîkirina van teqînan, gelek gumanan çê dike. Di belgeya ku di 26’ê hezîrana 2018’an de hatibû îmzekirin de tê destnîşankirin ku fûzeyên antî – tank ên ku dane Yekîneyên Piyadeya Yekemîn winda bûne. Di belgeyê de tê xwestin ku ji bo dîtina van çekan divê komîsyonek bê avakirin.
Balkêşe ku Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo dîtina van çekan komîsyonek hatiye avakirin. Lê fermandarên pêşmergeyan dan zanîn ku agahiya tu kesî bi vê komîsyonê nîne.
Fermandar û şîrketên tirk Başûr dişêlînin
Têkildarî têkiliya rayedarên siyasî yên Başûr û fermandarên pêşmergeyan ên bi dewleta tirk re jî karmendekê Başûr bi van gotinan teşhîr dike: “Min got ûnîforma û cil û bergên pêşmergeyan ji dewleta tirk nekirin. Ez ê li Hewlêrê fabrîkayekê vekim û bi vê re jî hem ji we re cil û bergên baştir û hem jî erzantir çêkim.” Lê ev daxwaza karmendê Başûr hatibû redkirin. Di nûçeyê de tê îdiakirin ku mînak; ger bûhayê cil û bergên pêşmergeyan 5 milyon dolar bigire, fermandarên pêşmergeyan û fîrmayên tirk weke ku 20 milyon dolar girtibe nîşan didin û wan 15 milyon TL’yan jî di navbera xwe de parve dikin.
‘Ez diayan dikim ku saeta min jî nedizîne’
Di dawiya nûçeyê de jî bûyerekê balkêş tê ragihandin. Tê gotin ku serokê PDK’ê Mesût Barzanî di çileya 2018’an de bi rayedarên Perwerdeya Mîllî ya Başûrê Kurdistanê re hevdîtineke taybet dike. Di berdewamê de jî tê gotin ku mamoste ji Barzanî re dibêjin ku ; ‘ger ku nêlirêtî neyê kirin hem krîza aborî çênabe û hem jî dê mûçeyên mamosteyan bi rehet bên dayîn.’ Li ser vê gotinê jî li gorî nûçeya Zernewsê Barzanî wiha dibêje: “Li herêma Kurdistanê di asta navneteweyî de çetetî û mafyatiyeke pir bi hêz heye. Van çete û mafyayan hemû sazî yên bidestxistin. Ji ber ku bi hevre di nava hevkariyê de ne, em nikarin pêşî li wan bigirin. Pir zore ku em pêşî li vê sazîbûna ku polîs, rayedarên pêşmergeyan, dadger, dozger û rayedarên siyasî jî di nav de bigirin. Ji bo ku ev saeta di destê min de jî ne dizîne, ez diayan dikim.”

