Di demên dawîn de li Sûriyeyê geşedanên girîng rû didin. Nûnerê Taybet ê Pûtîn diyar kir ku dewleta tirk dema ku herêmên Sûriyeyê bi ewle bûn, dê ji Sûriyeyê bên derxistin. Her wiha Caferî jî di daxuyaniya xwe ya duh de got ku ‘dewleta tirk dagirker e ‘ û dê ji Sûriyeyê bê derxistin.
Serokê AKP’ê Erdogan demek berê diyar kir ku dê di meha îlonê de bi tevlêbûna dewletên Fransa, Almanya û Rûsyayê têkildarî rewşa Sûriyeyê li Tirkiyeyê civînekê li dar bixin. Di demeke wiha de Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Aleksandr Lavrentyev têkildarî rewşa Sûriyeyê agahiyên girîng dan. Di daxuyaniyekê de Lavrentyev diyar kir ku ger dema wê hat dê hêzên artêşa tirk ji Sûriyeyê derkevin.
Li gorî nûçeya Spûtnîkê, Lavrentyev di hevpeyvînekê de bal kişandiye ser herêmên li Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de û ev nirxandin kiriye: “Em bên ser mijara deverên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kontrolkirin. Ev der di navbera Azez û Cerablûsê de qadeke berfireh e. Heke Tirkiye li Idlibê be, ev li gorî berpirsyariyên xwe yên ji bo ewlehiya Idlibê ye.”
Dê ji bo derxistina wan israr bikin
Di berdewamê de jî Lavrentyev diyar dike ku her tim ji dewleta tirk re gotine ku dema ku peywira wê bi dawî bû dê leşkerên xwe ji van herêman vekişînin û wiha pê de çû: “Dema ku li van deveran şert û mercên pêwîst û ewlehî pêk hatin dê ji bo vekişandina leşkerên tirk ên li van deveran israr bikin. Dê paşê jî pêvajoya girêdana van deveran dest pê bike.”
Caferî jî dewleta tirk weke ‘dagirker’ bi nav kir
Hêjayî gotinê ye ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NW) yê Sûriyeyê Beşar Caferî jî ku duh li Soçiyê beşdarî hevdîtinên aştiyê bûbû hebûna leşkerên tirk weke ‘dagirkerî’ bi nav kiribû. Caferî digot ku hikûmeta Sûriyeyê bi biryar e ku tevahiya Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe û dewleta tirk jî ji Sûriyeyê derxîne.

