Çeteyên DAIŞ’ê di roja çarşemê de li herêma Sûweydayê komkujiyeke mezin pêk anî. Di encama êrîşê de nêzî 250 sivîlan qetil kirin. Li gorî agahiyên ji Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê gelek sivîl jî winda ne û îxtîmal heye ku bîlanço hîn girantir bibe.
Komên çete yên DAIŞ’ê di roja çarşemê de li herêma Sûweydayê bi awayekî koordîneyî êrîşî navend û gundewarên herêma Sûweyedayê ku di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de, kir. Hat zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê di êrîşa xwe de gelemperî çeteyên xwekuj bi kar aniye. Bi qewimîna bûyerê re Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê têkildarî mijarê agahî parve kirin. Bîlanço her ku diçe jî girantir dibe.
Li gorî agahiyên ji herêmê, çetyên DAIŞ’ê van êrîşên xwe li herêmên çol ên li bakurê rojhilatê vê herêmê koordîne dikin. Gelemperiya welatiyên li vê herêmê jî durzî ne. Şerê li Sûriyeyê tevî ku di demeke pir kin de pêk hat hema hema li temamiya Sûriyeyê belav bû jî, herêma Sûweydayê ji şerê Sûriyeyê gelek bi bandor nebû.
Gelemperiya qurbaniyan sivîl in
Lê çeteyên DAIŞ’ê di roja çarşemê de li dijî gelên li vê herêmê êrîşên dijwar pêk anîn. Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di encama êrîşê de zêdetirî 250 kesan jiyana xwe ji dest da. Di heman mijarê de gerînendeyê saziya çavdêriyê Ramî Abdurrahman jî ev agahî dan: “Niha 246 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji van 135 jê sivîl in. Yên din jî şervanên alîgirên rejîmê û gundiyên ku gundên xwe diparastin bûn.”
Di berdewamê de jî Abdurrahman got ku her ku diçe bîlanço giran dibe û gelek sivîl jî winda ne. Li gorî saziya çavdêriyê, herî kêm 45 çeteyên DAIŞ’ê jî di êrîşê de mirîne.

