Endamê Civata Giştî yê Goran û endamê rêveberiya Yekgirtûya Îslamî diyar kirin ku rêxistinên kurdan li ser xaka xwe ne, ne mêvan in, rewşa Kurdistanê aloz e pêwîst e hemû alî mil bidin hev.
Endama Civata Giştî ya Tevgera Goran Nesrîn Cemal, endamê rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Yehya Omer der barê operasyonên dewleta Tirk daxuyaniya Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de daxuyaniyek dan.
Nesrîn Cemal diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e li heremê operasyon dike.
Nesrîn bal kişande ser daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî.

‘Hikûmet ji bo berjewendiyê xwe bêdeng e’
Nesrîn got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyê xwe li hemberî operasyonên dewleta Tirk bêdeng e.
Li ser heman mijarê endamê rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Yehya Omer jî got; “Xebat û zimanek me yê hevbeş heye.”

Li ser giringiya pêkanîna yekîtiya netewî jî Yehya Omer diyar kir ku pêwîstiya Kurdan bi yekgirtinê heye, ji ber rewşa Kurdistanê di aliyê aborî û siyasî de nebaşe, divê hemû alî mil bidin hev û yekgirtî bin.

