Parlamenterê berê yê Iraqê Şiwan Dawidî diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Kurdên Kerkûk paşguh xistine, heya Kurd bên paşguhxistin Kerkûk jî aram nabe.
Parlamenberê berê yê YNK’ê li parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî îro li Kerkûkê têkildarî rewşa Kerkûkê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Şiwan Dawidî diyar kir ku Kerkûk bajarek pir pêkhateyan pêk tê, ewlehiya bajar ji hersê xalên sereke yên aborî, rêveberî û pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk tê. Dawidî got ku ji bo başkirina rewşa bajar divê hersê netewe weke hev bên girtina dest.
Dawidî diyar kir ku di dema borî Kurdan xizmetek baş di hikûmeta Iraqê ji bo bicihbûna madeya 140 kirine û neteweyên din jî Kurd bi zeftkirina desthilatê tewanbar dikirin.
Dawidî di dewama axaftina xwe de got; “Piştî hatina çeteyên DAIŞ’ê, Kurdan di parastina Kerkûk de rolê serekî lîst heya ku bûyerên 16’ê Cotmehê Kurd pêkhateya sereke ya Kerkûk bûn. Lê piştre bi fermana Ebadî Kurd ji rêveberî, ewlehî û aboriya bajar hatin bêparxistin. Nabe li Kerkûkê pêkhateya sereke ji rêveberiya bajar bê paşguhxistin.
Pêştir hêzên Kurd li Kerkûkê xwedî desthilat bûn. Rewşa ewlehiya bajar baş bû. Lê niha rewşa Kerkûk nebaşe. Heya operasyona hevbeş a Kerkûkê pêk neye, rewş aram nabe. Ji ber di parastina ewlehiya Kerkûk de Kurd xwedî ezmûnek başin.”
Li ser çêkirina hêzê ji aliyê dewleta Tirk ji bo Tirkmenên Kerkûkê, Şiwan Dawidî got; “Me hikûmeta Iraqê ji çêkirina vê hêzê agahdar kiriye. Me belgeyek berfireh jî amade kiriye. Her hêzek ji dervey yasa û destûrê bê çêkirin, metirsiyek mezin e.”

