Wezîrê karê navxweyî Suleyman Soylû, ji bo xebata hilbijartinê li parka Maçkayê çû serdana rawestgeha taksiye. Demekî bi taksîgeran re axivî şûnde, bi taksîgeran re wêneyên bîrewerî kişand.
Suleyman Soylû di derheqê ÛBER’ê de, “Mijara ÛBER’ê, berê jî min gotibû, niha jî dibêjim. Ev mijar li Turkiyeyê gelek hate nîqaşkirin lê belê, Turkiye dewletek hiqûqnas e û dewletên hiqûqnas li gor xwe zagonên wan hene. Tiştê ku ÛBER dike, barkêşiya bêdestûrî ye, vê yekê ew bi xwe jî dipejirînin. Barkêşiya bêdestûr navê wê yê zagonî ye, di rastiya xwe de navê wê korsanwarî ye. Ango, rengê barkêşiyek bêdestûrî pektîne. Tu kes bila ji me bêhiqûqiyê nexwaze, em ji karên bêhiqûqî re destûr nadin” got.
“ji xwe bi navê HDP’yê tu partiyek tuneye”
Wezîr Soylû ji bo kesên daxwaza serbestberdana Demîrtaş dikin jî wiha got, “Bila tenê Selahattîn Demîrtaş nederxînin, ji xwe bi navê HDP’yê siyasî partiyek tuneye, ferasetek navê wê PKK heye. HDP, wek vê ferasetê di qadê de maske kişandiye ruyê xwe ye, ev qas kivş e. Vê yekê hemû kes dizanin. Vê yekê ew bi xwe jî dizanin. Emê jî kîjanî bawer bikin. Emê ji Demîrtaşê ku li tembûrê dixe bawer bikin, an jî emê ji Demîrtaşê ku 53 kesan li wir da kuştin bawer bikin? An jî ji Demîrtaşê ku roja pey gotibû; emê vê yekê bikişînin serê T.C.yê bawer bikin?” got.

