Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu polîtîkayên ekonomî yên hikûmetê bi tundî rexne kir û ragihand ku hê tiştekî wiha nehatiye serê Tirkiyeyê.
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu li Îzmîrê di danasîna namzedên parlamenteriyê de bi mînakan polîtîkayên ekonomî yên hikûmetê bi tundî rexne kirin û got: “Hikûmeta AKPê di ekonomiyê bi ser neket. Rêvebiriyeke wiha hê nehatiye serê Tirkiyeyê.”
Temel Karamollaoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: “AKP nikare tekoşîna hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê zêde bimeşîne. Nikarin têkevin meseleye çimkî dizanin ku wê di serê wan de biteqe. Eger em bi awayekî cidî vê meseleyê vekolînin wê ji sedî 70 AKPeyî têkeve girtîgehê.”
Karamollaoglu di dirêjiya axaftina xwe de got: “Daneheva me ya 90 salî hemû firotin. 63 milyar dolar pere bi dest xistin, lê bi 100 hezaran însan bêkar man. Ev rêvebiriyeke çawa ye. Saziya plansazî ya dewletê heye lê tenê îstatîstîkan digre. Heta niha rêvebiriyeke wiha nehatiye serê Tirkiyeyê.”

